Li hember kiryarên faşîzan û dagirkerî a topyekûn ya dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek topyekûn tê raberkirin. Her bihostek axa Efrînê ku şahidiya berxwedanek dîrokî a li hember dagirkeriya dewleta Tİrk dike, li ser navê tekoşîna me ya azadiyê bedelên mezin tên dayîn û şehadet tên jiyankirin. Berxwedana bi heybet ku tê jiyankirin, her hevalê me a di nav tekoşîna azadiyê de li hember dijmin bi seknekî mîlîtanî ku serî netewandiye bûye nîşaneya ku di nav berxwedanek çawa de ne.
Yek ji wan berxwedana jî komek hevalê me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera ya Efrînê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me ziviriye pevçûnek mezin. Di nav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye destê me. Di encama vî şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê.
Di dema pevçûna dijwar de rêhevalên me Agir Kop, Arjîn Rûstem Cûdî û Sarya Rizgar bi rihekî hev parastinê, girêdanbûna bi hevaltiyê çawa dibe bi seknekî mîlîtanî danîne holê. Her 3 hevalên me ku di destpêka Berxwedana Serdemê ya Efrînê heya niha li hember dijmin de ji sekna xwe de tawîz nedane.
Di heman demê de di dîroka 18’ê Pûşpera 2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye.
Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Agir Kop
Nav û Paşnav: Ramazan Ekmekçî
Navê Dayikê: Gûllû
Navê Bav: Elî
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Arjîn Rustem Cudî
Nav û Paşnav: Ceylan Horo
Navê Dayikê: Firyel
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Sarya Rizgar
Nav û Paşnav: Gurbet Taksun
Navê Dayikê: Rabîa
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Berîtan Zinar
Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa
Navê Dayikê: Heyfe
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Tîrmeha 2018