Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk ku hêzên me YPG/YPJ jî bi çalak tevlî vê pêngavê dibin, li gundewarên herêma Dêrazorê de berdewam dike û operasyonên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê jî bênavber didome. Di vê çarçoveyê de;
1. Di dîroka 6’ê Tîrmehê de li gundê Bisêra ya girêdayî Dêrazorê de çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyeke teqemeniyê êrîşê çeperên hêzên me kir. Hêzên me heman demê maşîneyê teqemeniyê ferq kir û bi çekên ferdî û çekên giran bersiv da û berî ku bigihîje armancê xwe hat îmha kirin. Di encama êrîşê de hevalekî me û şervanekî QSD’ê ku nehiştin maşîneyê teqemeniyê xwe bigihîne çeperên hêzên me û bêbandorkirina wî de rolê xwe leyîstin, gihîştin şehadetê.
2. Di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di dîroka li 20’ê Çile û 18’ê Adarê 2018’an di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wî de bi dijwarî şer qewimîbû. Di vê berxwedana serdemê de bi dehan hevalên me bi ruhekî fedayî li dijî her cûre teknîkên pêşketî re û bi deh hezaran leşker û çeteyên dagirker re şerkirin û gihîştin şehadetê. Yek ji wan hevalê me Mahîr Cindirêsê li gundê Bedîna ya girêdayî navçeya Mabetayê de di encama balafirên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketiye.
3. Piştî dagirkirina Efrînê ji alî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me li hember dagirkeran li her deverê Efrînê bi şêwazên çalakiyên cûrbecûr lidardixin. Yek ji wan çalakiyan a 22’ê Adarê li Çiyayê Hawarê li dijî baregehên artêşa dagirker hatibû lidarxistin de û bi dehan leşker û çeteyên wê hatibû kuştin. Her wiha baregeh û çeperên dijmin hatibûn rûxandin. Artêşa dagirker ku li bejahî nekarîbû bersiv bide hêzên me bi balafirên şer êrîş kirin û di encama lêdana balafirên şer de hevalekî me gihiştiye şehadetê.
Em her 3 rêhevalên xwe yên ku bi ruhekî fedayî li hember dagirkeran şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin heya ku dagirkerekî li ser vê axê bimîne em ê têbikoşin û tekoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Demhat Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ebdilqadir Mamed
Navê Dayikê: Zelîxa
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Demaa Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Tîrmehê 2018’an

Nasnav: Mahîr Cindirêsê
Nav û Paşnav: Beşar Çilo
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Ednan
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Mabeta – Gundê Bedîna / 3’ê Adarê 2018’an

Nasnav: Xeyrî Durmuş
Nav û Paşnav: Cemîl Fetka
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Zekeriya
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’ê Adarê 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8’ê Tîrmeha 2018