Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket

  • March 23, 2020

Şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket

Di roja 9’ê Adarê de şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket.

Hevrê Zinar, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Di berxwedana me ya li hember dagirkeriyê de bi sekna xwe ya têkoşer rolek girîng lîst. Li hember her cûre tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêt. Hevrê Zinar di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî bibiryardariyeke mezin bi cîh anî û tevlî karwana şehîdan bû.

Em di şexsê hevrê Zinar Amed de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Amed

Nav û Paşnav: Muslim Korcî

Navê Dayikê: Şînaz

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Efrînê / 9’ê Adara 2020

Hêzên Rizgariya Efrîn
23ê Adar 2020