Di 21ê Adarê de şervanê me Şoreş Efrîn, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de şehîd ket.
Hevrê Şoreş Efrîn, li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Şoreş, ji şoreşa azadî û demokrasiyê ya gelan bi dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure zordarî û paşverutiyê bibiryar sekinî û tevlî karwana şehîdan bû.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şoreş Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Hebîb
Navê Dayîk: Alya
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê | 21 Adar 2020
Em di şexsê hevrê Şoreş de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrîn
23ê Adar 2020