Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê ( 21-30 Çile 2018 )

  • February 3, 2018

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê ( 21-30 Çile 2018 )

Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe. Di pêngavê de tekoşîna ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin hertim bi dijwar derbas bû û roja me ya îro hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya Bakurê Suriyê man û nemanê de ye. Di rizgarkirina gelê Dêrazorê ji zilma çeteyên DAIŞ’ê re û paqijkirina bermahiyên çeteyan yê herêmê de rêhevalên me ku heya dawiyê şer kirin û gihîştin şehadetê bûn hêviyên rizgarkirkirina tevahî Sûriyê ji çete û terorîstan.

Di dawiya meha Çileyê de piştî ku artêşa Tirk a dagirker û grubên terorîst yên girêdayî wî bi armanca dagirkirina herêmê êriş bir li ser Efrînê; çeteyên DAIŞ’ê yê Dêrezorê bi heman awayî êrişên çeperên hêzên me kiriye. Tevahî êrişên çeteyan hatine şikandin û roj bi roj hebûna çeteyan a herêmê kêm dibe. Di vê çarçoveyê de 4 rêhevalên me di navbera 21 û 30’ê Çileyê de operasyonên ku li ser çeteyan hatin lidarxistin û êrişên çeteyan li ser çeperên hêzên me de bi lehengî şer kirine û gihîştine asta şehadetê.

Em weke YPG û YPJ tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza serxistina doza şehîdan careke din nû dikin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Ednan El Elî

Navê Dayikê: Hiyam

Navê Bav: Heneş

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Zor / 28 Çile 2018

Nav û Paşnav: Nayif Nayif

Navê Dayikê: Werîda

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 21 Çile 2018

Nasnav: Şoreş Hesekê

Nav û Paşnav: Xelîl Dawud

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 21 Çile 2018

Nav û Paşnav: Usama El Sehu

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Sehu

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 30 Çile 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’ê Sibata 2018