Li Rojava û Bakurê Suriyê şerê ku li dijî dagirkeran û terorîstan tê meşandin bênavber berdewam dike. Di vê çarçoveyê de rêhevalekî me Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê de şerê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê. Her wiha rêhevalekî me di paqijkirina bermahiyên çeteyan yê Reqayê de gihîştiye asta şehadetê.
Rêhevalekî me ku li Kobanê li ser erk û peywira xwe bû, di encama nexweşiyeke giran şehîd bû.
Em weke hêzên YPG û YPJ her sê şehîdên nemir bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Akif Girêspî
Nav û Paşnav: Elî Silêman
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Bozan
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2 Sibat 2018

Nasnav: Masîro Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Hemî
Navê Dayikê: Fadîle
Navê Bav: Îso
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 30 Çile 2018

Nasnav: Şevger Kobanê
Nav û Paşnav: Setam Casim
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nayif
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 15 Çile 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Sibata 2018