Di pêvajoya şerê herî mezin a Şoreşa Rojava ya sala 2014’an, ji bo şervanên me yên YPG û YPJ’ê bûye demê herî şerê dijwar ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê daye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê dikir armanc, bi berxwedanekî bi heybet ev pêvajo derbas kiriye. Yekîneyên me yên YPG û YPJ’ê bi derbên giran ên li DAIŞ’ê dayî û taktîkên nûjen biryardariya xwe ya têkoşînê raber kiriye. Di êrîşa 15’ê Îlona 2014’an a ji sê aliyan ve ya li ser Kobanê dîsa deverên Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa jî çeteyan kirin hedef. Armanca van êrîşan dagirkirina hemû herêmê bû, êrîşkirina ji her alî ve lawazkirina hêzên berxwedêr bû. Lê belê di serî de berxwedana Kobanê jî di nav de di encama gelek têkoşînên li van qadan de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, bi çalakiyên bi bandor ên hatin kirin, kir ku çete bê ku bigihijin armancên xwe têk biçin. Di van çalakiyên bi heybet de bi dehan şervanên me heta dawî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Di berxwedana Îlona 2014’an de di berxwedana li Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 8 şervanên me bi hemû biryardarî û lehengî şerkirin û şehîd bûn. Ji ber şerê dijwar heta niha nezelalbûna nasnameyên van şervanan di serî de ji bo gelê xwe û raya giştî eşkere dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Andok Dildar
Nav û Paşnav: Huseyin Sukuç
Navê Dayik û Bav: Safya – Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Rebîa – 23. 09. 2014

Nasnav: Bager Cîzre
Nav û Paşnav: Savaş Kutlu
Navê Dayik û Bav: Xedîce – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 23. 09. 2014

Nasnav: Berxwedan Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Celepkala
Navê Dayik û Bav: Reyhan – Yusuf
Cih û Dîroka Şehadetê: Ceza – 27. 09. 2014

Nasnav: Binevş Botan
Nav û Paşnav: Medîne Gokdemîr
Navê Dayik û Bav: Gulsum – Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 22. 09. 2014

Nasnav: Çekdar Silopî
Nav û Paşnav: Mûrat Bîlen
Navê Dayik û Bav: Asya – Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 22. 09. 2014

Nasnav: Delîl Ûmut
Nav û Paşnav: Fahrettîn Ergîn
Navê Dayik û Bav: Henîfe – Hakîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 22. 09. 2014

Nasnav: Harûn Silopî
Nav û Paşnav: Serdar Yalman
Navê Dayik û Bav: Ayşe – Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 22. 09. 2014

Nasnav: Zinar Agir
Nav û Paşnav: Riza Defayî
Navê Dayik û Bav:
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 27. 09. 2014
Em di şexsê 8 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şehadetê de tevahiya şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin. Careke din bi tekoşîneke bê eman soza pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina nirxên ku şehîdên me dane ava kirin nû dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Îlona 2018