Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 3 rêhevalên xwe yên ku gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • September 6, 2018

Em 3 rêhevalên xwe yên ku gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Di navbera 2 û 4’ê Îlonê de 2 rêhevalên me di encama qezayên trafîkê de, hevalek me jî di encama nexweşiyê de gihîştin şehadetê. Agahiyên di derbarê şehadeta hevalên me de wiha ne;

1. Di dîroka 2’ê Îlonê de 2 rêhevalên me yên ku li navçeya Sirîn ya Kobanê di heman xebatê de erkdar bûn, di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin.

Hevalê me Berxwedan Rojhilat weke her Kurdekî welatperwer êşên ku gelê Kurdistanê dijiya ji kûr de hîs kir, li hember dagirkeriyê di temenê xwe yê ciwan de cîhê xwe di nav refên berxwedanê de girt û bû xwedî sekneke şoreşger. Di demên herî zehmet yê şer de di qadên herî zehmet de her tim di mewziya herî pêş de çalakvanî kir. Heval Berxwedan her tim xwe perwerdekirin û pêşketin di xwe de avakirinê de xwedî xwestek û îrade bû û bi vî awayî pêşketinên mezin yên ji bo gihandina kesayeta şoreşgerî di xwe de derxist holê. Heval Berxwedan di her qada ku gelê Kurd bû xwedî têkoşîn, herî dawî jî xwest bi berpirsiyartiyên xwe yên ku bi şoreşa Rojava re derket holê rabibe. Heval Berxwedan ku li Rojavayê Kurdistanê di her pêngava ku li hember terorîzmê hat lidarxistin de cîhê xwe girt, herî dawî li navçeya Sirîn bi rêheval Şêrko Botan re dema ku li ser karekî bû di encama qezaya trafîkê de şehîd ket.

2. Rêheval Elî Rizgar ku ev du meh in li Qamişlo tedawiya ji ber nexweşiya dil û brîndariyên xwe yên Efrînê didît, di dîroka 4’ê Îlonê de, ruxmê hemû destwerdanan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket.

Rêheval Elî ji sala 2014’an ve li gelek cîhên Rojavayê Kurdistanê li hember terorîzma DAIŞ’ê, li Til Hemîs, Til Berak, Serêkaniyê, Hesekê û Dêrazorê têkoşîn meşand, herî dawî jî cîhê xwe di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de girt. Rêheval Elî bi tecrubeyên xwe yên şer û wêrekiya xwe di demek kurt de di asta fermandariya tabûr de erk girt û meşand. Her tim, bi sekna xwe ya dijwar ya li hember dijmin û sekna xwe ya rêzdar û mutewazî li hember rêhevalên xwe, bû mînakek di nav hevalên xwe de. Pirsgirêkên xwe yên tenduristî tu caran ji xwe re nekir astengî, ji bo her erk û berpirsiyartiya ku jê dihat payîn amade bû. Heval Elî yê ku di demek kurt de di xwe de guhertinên mezin çêkir, bi nirxên ku li şoreşê zêde kir wê her tim ji alî rêheval û gelê xwe ve were bibîr anîn.

Em hevalên xwe yên ku şehîd ketine bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em soz didin heya ku em azadiya ku her tim bû xewn û xeyalên van şehîdan pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne; 

Nasnav: Berxwedan Rojhilat
Nav û Paşnav: Egît Tîmûr
Navê Dayik û Bav: Zehra – Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn – 02. 09 . 2018

Nasnav: Şêrko Botan
Nav û Paşnav: Kadîr Uçar
Navê Dayik û Bav: Zehra – Sadik
Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn – 02. 09 . 2018

Nasnav: Elî Rizgar
Nav û Paşnav: Emrah Dede
Navê Dayik û Bav: Sultan – Behrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 04. 09 . 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6’ê Îlona 2018