1. Berxwedan û qehremantiya şervanên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê berdewam dike û roj bi roj çalakiyên bi bandor derbên giran li çeteyan dixin. Ev berxwedaniya ku bê hempa şervanên me li beramber tank, top, balafirên Tirk dikin bûye sedem ku pîlanên dewleta dagirker li Efrînê û herêmê serûbin bibe û bi hêsanî nikaribin pîlanên qirêj li herêmê ferz bikin û serkeftinê nêzîk dike.
Li beramberî vê berxwedanê, dewleta dagirker, di serî de çekê xwe yî pêşketî, sîxurtî, ajantî û kontra xistiye dewrê û bi vî rengî dixwaze rê li ber çalakiyên şervanên me bigre lê tekez wê nikaribe rê bigre û her tim wê di hedefa şervanên me de bin. Lê bele divê bê zanîn ku şerê me yê demê ku bi taktîk û pêngavan ve pêş dikeve wekî hertim wê dagirkeriya li ser Efrînê jî parçe bike û wê dewleta Tirk a dagirker bike rewşek wisa ku nekaribe ji nav derbikeve.
Di dîroka 9’ê Tebaxê saet 7’ê sibehê de li girê gundê Biyê yê girêdayî navçeya Şêrawa, xayinekî xwe firoş dikeve ser şopa 2 şervanên me ku bi erkên xwe yên şoreşgerî li beramberî dewleta dagirker û çeteyên wê radibûn, ew xayîn agahî dide artêşa dagirker operasyonekî mezin bi tevlîbûna sedan leşker û çete lidar dixe. Rêhevalê me Aslan Riha û nasnameyê hevalekî me ku hîn zelal nebûye piştî qehremantiyekî bê hempa digihîjin şehadetê. Nasnameyê rêhevalê me yê din dema ku hat zelalkirin em ê bi rayagiştî re parve bikin.
Di destpêkê ajanên ku bûye sedema şehadeta rêhevalên me çalakiyên tolgirtinê a li hember dagirkeran berdewam dike; kesên ku li dijî tekoşîna bi rûmet a gelê me bi dijmin re hevkarî kiriye û ketiye nav sucê wê bê ceza nemînin.
2. Di dîroka 25’ê Tebaxê li Tebqayê rêhevalekî me li ser erk û peywirê xwe bû di encama qezayekî de gihaştiye şehadetê.
Nasnameyên pakrewanên me wiha ne:

Nasnav: Aslan Riha
Nav û Paşnav: Mehmed Taşir
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Salih
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Biyê / 9 Tebax 2018

Nasnav: Comerd Kobanê
Nav û Paşnav: Egîd Îsmed
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Îsmed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Tebqa / 25 Tebax 2018
Em rêhevalên xwe ku gihaştine şehadetê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin û bi girêdanbûna bîranîna wan re soza xwe nû dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29’ê Tebaxa 2018