Di dîroka 29’ê Tebaxê de li bajarê Qamişloyê 2 rêhevalê me gihiştine şehadetê. Di derheqê şehadeta herdu rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Rêhevalê me Aram Kobanê ku li bajarê Qamişloyê erk û peywirên xwe pêk di anî, di dîroka 29’ê Tebaxê de dema ku bi erkekî rabû, li ser rêya di navbera Qamişlo-Amûdê de di encama qezaya trafîkê de digihîje asta şehadetê.
2. Dîsa rêhevalek me bi nasnav rêheval Rojava ku heman cîhê erka xwe pêk di anî, dema li ser karê xwe bû di dîroka 29’ê Tebaxê de di encama qrîza dil de tevlî karwanên şehîdan bû.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Aram Kobanê
Nav û Paşnav: Îbrahîm Derwêş
Navê Dayik û Bav: Xedîce – Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo- 20. 08. 2018

Nasnav: Rojava Amûdê
Nav û Paşnav: Kazim Hev Yûnis
Navê Dayik û Bav: Sadiya – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo- 20. 08. 2018
Em rêhevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku heta em xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe pêk bînin, têkoşîna ku em bi biryardarî dimeşînin em ê bigihînin serkeftinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Tebaxa 2018