Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Ebu Ereb bi rêzdarî bibîr tînin

  • October 29, 2022

Em rêhevalê xwe Ebu Ereb bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Ebu Ereb di dîroka 28’ê Cotmehê li Helebê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.
Rêhevalê me Mihemed Ereb bi nasnav Ebu Ereb tê nasîn di sala 1967’î de li bajarê Sûrî a Helebê hatiye dinê.. Her çi qas di bajarên derveyî Kurdistanê de emrê xwe derbas kiribe jî Kurdekî bi axa xwe girêdayî û welatperwer e. Bi çand û zimanê xwe mezin bûye û parastî ye. Wekî/e her mirovekî welatparêz li gor hêza xwe erk û berpirsyartîyên li hember parastina gel û axê girtiye û heya kêlîya dawî jî pêk anîye.
Em wek rêhevalên Ebu Ereb û hemû lehengên xwe yên me wan spartîye dilê xwe hertim şopdarên wan bin û di pêkanîna xeyalên wan ên mezin de şehadeta wan bibe sedemeke xurt a têkoşîna meya azadiyê. Em serî da sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe ra û gelê xwe yê birûmet ra dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Ebu Ereb
Nav û Paşnav: Mihemed Ereb
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ebdilmecîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 28’ê Cotmeha 2022

Navenda Ragihandina YPG | 29’ê Cotmeha 2022