Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevrêyê xwe Çekdar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

  • October 19, 2022

Em hevrêyê xwe Çekdar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Yek ji welatparêz û şervanê vê axê hevrêyê me Çekdar Efrîn, ev demeke dirêj bû bi nexweşiya kezebê ra rûbirû ma bû, tevî hemû hewldanan jî roja 18’ê Cotmehê tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêyê me Çekdar sala 1980’î li bajarê Efrînê ji dayîk bûye û di emrê xwe yê ciwantîyê de Tevgera Azadîyê nas dike û ji fikr û ramanên azad bandor dibe. Cihê ku lê mezin bûyî herêmeke bi welatparêzîyê xwe tê nasîn û gelê me yê vê herêmê keç û xortên xwe yên herî delal tevlî têkoşîna azadîyê kirine. Hevrê Çekdar jî bavê 3 zarokan e û ji wan du zarokên xwe tevlî têkoşîna azadîyê kiriye. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cîhê xwe di enîya pêş a gundê Hemamê de digre û berxwedana ku li vî gundê de çêbûyî para hevrê Çekdar jî tê de heye. Çawa ku hedef û armanca her welatparêzek me rizgarkirina Efrînê ye, heman rengî armanca hevrê Çekdar jî li ser vê bingehê bû. Hevrê Çekdar ji bilî qada leşkerî di qadên din de jî xebat meşandiye û xizmet kiriye.

Em ê ked û xizmeta hevrêyê xwe Çekdar ti car ji bîr nekin û di têkoşîna xwe da bidin jiyandin. Em serî de sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja a şehîd Çekdar re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Çekdar Efrîn
Nav û Paşnav: Hesen Mihemed
Navê Dayikê: Rehîma
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 18’ê Cotmeha 2022

Navenda Ragihandina YPG 19’ê Cotmeha 2022