Şoreşa Rojava, şoreşek ku mînakên wek wê di dîrokê de kêm hene ku ji bo parastina nirxên mirovahî bi ked û hêza xwe pêşketiye. Şoreşa Rojava, şoreşek ku di nava xwe de hebûnek demokratik, exlaqî û polîtîk digre. Şoreşa Rojava organizmayek ku ne tenê bi rêveberiya gelekî, heman demê de bi rêveberiya her kesê alîgirê demokrasi, şoreşgerî û azadiyê hatiye pêşxistin. Heman demê de bi raya giştî hemû daye pejirandin ku Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyeyê bi hevkariyek dîrokî ya gelên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û enternasyonalîstan li hemberî dagirkerî û pêkhateyên derveyî mirovahiyê li ser axa pîroz bi biryarek mezin li berxwe dide.
Piştî berxwedana Kobanê ya ku bûye mirasê mirovahiyê, şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava û li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li mirovahiyê re bûne bela cihê xwe di çeperan de girtin. Yek ji şervanên enternasyonalîst jî Jake Klipsch ê bi nasnav Delîl Emerîka ku li Dewletên Yekgirtî yên Emerîka ji dayîk bûyî bû. Hevalê Delîl di serê 2016’an de hat Rojava û 2 meh bi hevalên din yên enternasyonalîst perwerdeya şer, îdeolojîk û teorî ya li dijî DAIŞ û çeteyên din dît. Hevalê Delîl piştî perwerdeya xwe bi dawî kir, cara yekem di pêngava Şedadê û piştre jî li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Heta ku Minbic hat azadkirin, hevalê Delîl hemû berpirsyariyên xwe bê kêmasî bicih anî. Herî dawî jî li navenda Reqayê tevlî pêngava azadiyê bû.
Hevalê Delîl di jiyanê de ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û mînak dihat dayîn, li gel nêzîkatiyên xwe yên dilnizmî û fedakariyê bi kedkariya xwe dihat nasîn. Xwedî pratîkek ku ji perwerdeyê girtî bû. Kombûna van hemû taybetmendiyên Hevalê Delîl xwe di qada şer de jî nîşan dida. Hevalê Delîl dema ku çeka xwe paqij dikir bi qezayekê jiyana xwe ji dest da.
Her çend şehadeta hevalê Delîl ya di encama qezayek bê şensî de em êşandibin jî, dê tekoşîn û jiyana wî di şoreşê de rêberiyê ji bo me bike. Dê armanc û tekoşîna wî bibe armanca tekoşîna me. Ji bo dereng îlankirina şehadeta hevalê Delîl em ji malbata wî û gelê xwe lêborîn dixwazin û dibêjin serê malbat û gelê me saxbe.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Delîl Amerîka
Nav û Paşnav: Jake Klipsch
Navê Dayikê: Lillian
Navê Bav: Dana
Cihê Jidayikbûnê: Dewletên Yekbûyî yê Amerîka
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa / 5 Çile 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15’ê Adara 2018