Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

5 rêhevalên me ku di demên cuda de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

  • March 18, 2018

5 rêhevalên me ku di demên cuda de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di dîrokên cuda de rêhevalên me Roj Hol û Şivan Alan operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha di 16’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li hember gundê Kel Hesenakê ya Tirbespiyê çeperên me hêzên me hedef girtibû û şervanê me Demhat Tirbespiyê di encama suîqastê de şehîd ketiye.

2 rêhevalên me di encama qezayên cuda gihîştine şehadetê. Rêhevala me Biharîn Qamişlo li Şedadê li ser erk û peywira xwe pêk dianî di encama qezayekî de û rêheval Ciwêd Îbrahîm li Hesekê li ser erka xwe bû di encama qezaya trafîkê de şehîd ketiye.

Her 5 rêhevalên me ku di demên cuda de tevlî nav refên YPG û YPJ’ê bûne li ser fikra azad xwe perwerde kirine û di jiyanê de bûne xwedî pratîkek berbiçav. Em ê xeyal û armancên wan ji bo pêk bînin, tekoşîna xwe bilind bikin da ku serkeftinê misoger bikin. Li ser vê esasê serî da sersaxiyê ji malbatên wan û hemû gelên me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Biharîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Şehîd Elî
Navê Dayikê: Seîda
Navê Bav: Emar
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Şedadê / 22 Sibat 2018

Nav û Paşnav: Ciwêd Ibrahîm
Navê Dayikê: Melîke
Navê Bav: Xalid
Cihê jidaykbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê / 15 Adarê 2018

Nasnav: Demhat Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Hisên Cuma
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û dema şehadetê: Tirbesipiyê / 16 Adar 2018

Nasnav: Roj Hol
Nav û Paşnav: Ele Ehmed
Navê Dayikê: Xewle
Navê Bav: Salih
Cihê jidayikbûnê: Musil
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 16 Sibat 2018

Nasnav: Şivan Alan
Nav û Paşnav: Hesen El Hesen
Navê Dayikê: Tirfa
Navê Bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 25 Çile 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18’ê Adara 2018