Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • January 12, 2025

Nasnameya 7 şervanên me yên ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin û hewl didin pêşde werin. Lê ji ber berxwedan û derbeyên ku ji aliyê şervanên me QSDˈê ve dixwin têk diçin. Dewleta Tirk a ku derbeyan dixwe rojane çeteyan ji […]

  • January 9, 2025

Di encamên şer û pevçûnan de 6 şervanên me şehîd bûn

Di demekê de hêzên me yên QSD’ê li gelek eniyan li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şerekî dijwar dimeşînin, şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê hewl dide mijûlbûna hêzên me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê bi kar bîne û careke din xwe komî ser bike û êrişên terorane pêk bîne. Lê hêzên […]

  • January 8, 2025

Şehîd Avaşîn Efrîn Şoreşgereke Bêtirs Bû

Em şervana xwe Avaşîn Efrîn ku di têkoşîna li dijî çeteyên dewleta Tirk ya dagirker li Sirînê gihîşt şehadetê, bi rêzdarî bi bîr tînin û vê teqez dikin ku wê têkoşîna şehîdan bigihîje serkeftinê. Rêhevala me Ezîza Hisên bi nasnav Avaşîn Efrîn li bajarê pir-çand û welatparêz ya Efrînê ji dayik bû. Dema ku dagirkeriya […]

  • January 7, 2025

Çar Şervanên Me Li Minbic û Sirînê Gihaştin Şehadetê

Tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên pêşdeçûna meydanî û dagirkirina zêde ya xakê, rastî berxwedana dîrokî û derbên giran ên hêzên me QSDˋê tên. Ji roja destpêka şer ve, bi taybet li Bendava Tişrîn, gundewarê Minbic, pira Qereqozaq û eniyên din ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bikaranîna çekên […]

  • January 6, 2025

Heşt Hevrêyên Me Di Dem û Cihên Cûda De Gihaştin Şehadetê

Hêzên me; Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku nêzî mehekê ye berxwedanekê mezin dikin, nîşan didin ku dikarin tevahî êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku tevahî cûreyên çekan, balafirên şer û yên bê mirov, obîsên giran û tankan bi kar tînin,  bişkînin. Bi xwîna pak a şehîdên me berxwedan derbasî qonaxeke nû […]

  • January 6, 2025

Fermandar Bêrîtan û Hevrê Avzem Bûn Sembola Wêrekiya Demê

Hevrêyên me Xalîde Ebdulah bi nasnav Bêrîtan Şoreş û Tulay Mihemed bi nasnav Avzem Çiya li eniyên berxwedana bendava Tişrînê û Sirînê dema ku li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst, di eniyên şer de bûn, tevlî nava karwanên nemiran bûn. Hevrêyên me Bêrîtan û Avzem heya dawî bi bîr û baweriyeke mezin parastina […]

  • January 3, 2025

Şervana me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan tevlî karwanên nemiran bûn

Şervana me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di eniyên berxwedana li dijî êrîşên çeteyên ser bi dewleta dagirker ya Tirkiyê, tevlî karwanên nemiran bûn. Şervanên YPJ’ê Arjîn Mihemed Elî bi nasnav Berfîn Çem, Şehnaz Hemo bi nasnav Ahîn Dilgeş û Zeyneb Hemze bi nasnav Silav Ocalan di berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên […]

  • December 31, 2024

Em Hevrêyên Xwe Eqrebreş û Egîd Dirbêsiyê bi Rêz û Minetdarî Bîr Tînin

Hevrêyê me Eqrebreş (Mehmûd Feysel Elî) dema şerekî giran a di navbera hêzên me û hêzên dagirker û çeteyên wê de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Minbicê şehîd bû. Hevrêyê me Egîd Dirbêsiyê (Sayîl Umer Mihemed) li gundewarê Helebê di pevçûnên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û […]

  • December 31, 2024

Hevrêya me Yildiz Çiya şehîd bû

Şoreşa Jin a Rojava, di şexsê jinên ciwan ên ku hemû hêviya xwe di  nava refên YPJ’ê de dibînin, gav bi gav bi berdêlên giranbûha destkeftiyên mezin qezenc dike. Dewleta Tirk li dijî heremên me bi armanca têk birina îradeya gelan êrîşên plankirî dide meşandin. Lê berxwedaniya ku ji destpêka meha kanunê ve bi taybet […]

  • December 26, 2024

Hevrê Harûn Qamişlo Bi Fedakariya Xwe Bû Pêşengê Berxwedanê

Di berxwedana efsenewî ya hêzên me ya li Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de navê şehîd Harûn derket pêş. Şehîd Harûn yek ji wan têkoşeran e ku jiyana xwe bi şehadeta di rêya parastina welat û gelê xwe de tacîdar kir. Ji bo wefadariya […]