Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • December 1, 2024

Em hevrêyê xwe Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Egîd Efrîn ku li bajarê Helebê dema bi erka xwe radibû û li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû, di 30’ê Mijdara 2024’an de di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû. Tevî ku hevrêyên wî bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd Efrîn bigirin. […]

  • November 26, 2024

Hevrêyê Me Heqî Til Temir Dema Li Ser Erka Xwe ya Leşkerî Bû gihaşt Şehadetê

Hevrêyê me Heqî Til Temir, roleke girîng û sereke di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de lîst û di gelek pêngavên leşkerî wekî “Xezeba Firatê” û “Bagera Cizîrê” û yên rizgarkirina bajarên wekî Hesekê û Minbicê de beşdar bû. Di van pêngavan da çendîn car birîndar bû lê ji erk û xebatên xwe dûr neket. Bi şerkerî […]

  • November 25, 2024

Em hevrêyê xwe Polat Efrîn bi rêzdarî bibîr tînîn

Hevrêyê me Polat Efrîn dema li ser erk û wezîfeya xwe bû, di 13’ê Mijdarê li navçeya Şêrewa ya girêdayî herêma Efrînê birîndar bû û demekî dirêj tedawiya xwe didît. Mixabin tevî hemû destwerdana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 24’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanên nemiran bû. Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi derketina şewq […]

  • November 24, 2024

Rêheval û fermandara me ya hêja Hêvî Umud tevlî karwanên şehîdan bû

Rêheval û fermandara me ya hêja Hêvî Umud di encama êrîşa hewayî ya dewleta faşîst û qirker ya Tirk de tevlî karwanên şehîdan bû. Em ji malbata birûmet û welatparêz ya rêhevala xwe re, ji gelê xwe û rêhevalên xwe re sersaxî dixwazin. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi azweriyeke mezin destpêkiriye, dê li ser […]

  • November 24, 2024

Çar Hevrêyên Me Di Dem û Bûyerên Cûda De Gihaştin Şehadetê

Hevreyên me Hogir Reqa (Fîras Mihemed Bîco) di encama teqîna mayînek berê ya çeteyên DAÎŞˈê de li gundê Qeremox ê Kobanê û Heqî Qamişlo (Mihemed Ebas) di encama qezayekê de li bajarê Hesekê şehîd bûne. Hevreyên me Rêzan (Ehmed Ewad Rehal) ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Ezba yê Dêrazorê û Dilşêr Bakur (Mehmûd Mihemed […]

  • November 18, 2024

Hevrêyê Me Hûsam Reqa Şehîd Bû

şervanê Hêzên Komandos Hûsam Cûma Hîlal dema erka xwe ya leşkerî li eniya li rojhilatê Kobanê bi cih dianî, mayîneke berê ya çeteyên DAIŞˈê pê ve teqiya û şehîd bû.Hevreyê me bi awayekî çalak mîsyona xwe bi cih dianî. Bi rihê xwe yê hevaliyê yê bilind dihat nasîn, nêzî hemû hevreyên xwe bû, leheng û […]

  • November 14, 2024

Sê Hevrêyên me Gihaştin Şahadetê

Di 11’ê Mijdarê de li bajarê Hesekê di encama teqîna wesayîteke şervanên me de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê şehîd bûn. Em sersaxî ji malbatên her sê şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û em ê tola şehîdan ji sûcdar û kujeran hilînin û heta welatekî ewleh û aştiyane wê têkoşîna xwe bidomînin. […]

  • November 11, 2024

Em rêhevalê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin

Di Cotmeha 2019’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girêspî, hevrêyê me Pêşewa Soranî ku yek ji ewladê leheng ê gelê me yê welatparêz a Başûrê Kurdistanê ye, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bi ruhê netewî û seferberiyê cihê xwe di nava refên me de […]

  • November 6, 2024

Hevrêyê Me Bawer Agir Di Encama Qezayekê de Gihaşt Şehadetê

Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser milê zarokên xwe yên dilsoz û rastgo bilind bûye. Bi fedakariyên wan û kiryarên wan ên lehengiyê yên mezin —bi taybetî jinavbirina rêxistina terorîst DAIŞ”ê û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê— destkeftiyên dîrokî ji bo hemû pêkhateyên wê hatine bidestxistin. Yek ji van […]