Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevrêyê xwe Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

  • December 1, 2024

Em hevrêyê xwe Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Egîd Efrîn ku li bajarê Helebê dema bi erka xwe radibû û li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû, di 30’ê Mijdara 2024’an de di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû.

Tevî ku hevrêyên wî bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd Efrîn bigirin. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me Egîd ya hêja û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku bi salan berdêl û kedeke mezin daye, li beramberê wê şoreşa azadiyê pêk aniye û gihiştiye jiyana azad a ku bi sedsalane hesreta wê dijiye. Hevrêyê me Egîd Efrîn ji nav malbateke ku bi welatparêziya xwe ve dihat nasîn bû. Ew bi xwe jî zewicî û zarokên xwe hebûn. Hevalê me Egîd mîna her welatparêzek bi rûmet ê Rojava, xwe berpirsyarê parastina şoreşê dît û ji bo parastina destkeftiyên gelê me li dijî hemû êrîşên dijmirovahiyê bi awayekî aktîf beşdarî şer û berxwedana YPG’ê bû.

Hevrêyê me Egîd Efrîn bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, bi tevlîbûna xwe ya fedakar, bi coş û kedkar sekna milîtaniya bi mînak nîşan da. Em di şexsê hevrêyê xwe Egîd Efrîn de hemû şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Kemal Ehmed
Nasnav: Egîd Efrîn
Navê Dayik û Bav: Siltan – Ehmed
Dîroka Şehadetê: Heleb/ 30-11-2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1’ê Kanuna 2024