Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Heşt Hevrêyên Me Di Dem û Cihên Cûda De Gihaştin Şehadetê

  • January 6, 2025

Heşt Hevrêyên Me Di Dem û Cihên Cûda De Gihaştin Şehadetê

Hêzên me; Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku nêzî mehekê ye berxwedanekê mezin dikin, nîşan didin ku dikarin tevahî êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku tevahî cûreyên çekan, balafirên şer û yên bê mirov, obîsên giran û tankan bi kar tînin,  bişkînin. Bi xwîna pak a şehîdên me berxwedan derbasî qonaxeke nû ya serkeftinan bû. Careke din biryardariya pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya parastina destkeftiyên bi saya xwîna zarokên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan û Asur hatin bidestxistin, derket holê. Îsbat bû ku berdêl çi dibe bila bibe û êriş çawa bin jî wê pêkhateyên herêmê dest ji destketiyên xwe bernedin.

Berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û jî eniyên din, hêza şervanên me û ya gelê me ya têkbirina tevahî êrişan nîşanî her kesî kir. Berxwedana efsanewî ya hêzên me bala tevahî Sûriyayan kişand. Ev berxwedan bûye hêviya vegerandina ewlehî û aramiyê û rizgarkirina herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û qetandina terorê ji kokê ve.

Helbet eger ne xwragirî û fedakariya şervanên me baya ev tişt pêk nediht. Şervanên me ji bo parastina axa welatê xwe û rumeta gelê xwe canê xwe feda kirin û pêşî li dagirkeran û çeteyan girtin. Tevî hemû hewldanên pêkanîna fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, lê şêniyên herêmê bûn bend li dijî van hewldanan, êdî hevgirtin û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê hemû planên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê têk dibe.

Di Berxwedana Rûmetê ya gel û hêzên me ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwefiroş de, 8 şervanên me piştî ku destanên lehengiyê nîvisandin, gihiştin asta şehadetê. Navên şervanên me yên şehîd ev in: Muhîb (Mihemed Seîd Îbrahîm Menla), Îsa Hesekê (Îbrahîm Telef Silêbî), Îsa Hesekê (Ehmed Hemaze El Elî), Bahoz Kobanê (Xalid Hesen Ebdî), Ewm Kara (Salih Omer El Şêx), Agirî Hesekê (Mecid Ebdulqadir Nalî), Mihemed Hesekê (Mihemed Ehmed El Berak), Baran Hesekê (Mihemed Mehmûd Firêh).

Destpêkê em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em teqez dikin ku madem şehîdên me pêşengên me yên îroyîn û siberojê û pisuleya têkoşîna me ne, dê xwîna wan vala neçe. Soz û sonda me têkbirina tevahî êrişan e. Em di şopandina xeta şehîdên xwe de kêliyekî dudil nabin.

Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Muhîb
Nav û paşnav: Mihemed Seîd Menla
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Silûk, 2003
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Curniye, 04 Çile 2025

Nasnav: Îsa Hesekê
Nav û paşnav: Îbrahîm Silêbî
Navê dayikê: Efra
Navê bav: Telef
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1998
Cih û dîroka şehadetê: Alya, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Îsa Hesekê
Nav û paşnav: Ehmed El Elî
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Hemze
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1987
Cih û dîroka şehadetê: Alya, 12 Îlon 2024

Nasnav: Bahoz Kobanê
Nav û paşnav: Xalid Ebdî
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê 2004
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Girê Ehmed Munîr, 10 Kanûn 2024

Nasnav: Ewm Kara
Nav û paşnav: Salih El Şêx
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Omer
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Temir, 1998
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 09 Kanûn 2024

Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û paşnav: Mecid Nalî
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Ebdulqadir
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/ 2001
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn, 09 Kanûn 2024

Nasnav: Mihemed Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed El Berak
Navê dayikê: Semîra
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Alya, 10 Kanûn 2024

Nasnav: Baran Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed Firêh
Navê dayikê: Alya
Navê Bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1987
Cih û dîroka şehadetê: Alya, 09 Kanûn 2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

06.01.2024