Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Category: Uncategorized

  • July 28, 2023

Em rêhevalê xwe Ciwan Şoreş bi rêzdarî bi bîr tînin

Şoreşa Rojava ya ku di pêşengiya Kurdan de destpê kir, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran, bû çavkaniya hêvî û rizgariya gelê Ereb ku yek ji gelên herêma me ya esasî ye. Ciwan û jinên ji gelek bajaran, bi taybetî ji Reqa û ji cihên ku gelê Ereb lê […]

  • July 7, 2023

Em rêhevalê xwe Tekoşer Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Tekoşer Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 5’ê Tîrmehê dema li ser wezîfeya xwe bû, şehîd bû. Bajarê me yê Efrînê yek ji […]

  • June 25, 2023

Em hevrêyên xwe Diyar Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Hevrêyê me Diyar Efrîn ku di xebatên me yên herêma Efrînê de bi erka xwe radibû, di 24’ê Puşperê de di encama qezayekê de şehîd bû. Li dijî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyên me yên li Efrînê û herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, dewam dikin. […]

  • June 22, 2023

Em hevrêyê xwe Canşer Şêrewa bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevalê me Canşêr Şêrewa li herêma Efrînê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de erkdar bû û xebatên xwe dida meşandin, di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker ya 14’ê Puşperê bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mûdaxeleyan di 20’ê Puşperê de gihîşt asta şehadetê. Hevalê me Canşêr li navçeya […]

  • June 17, 2023

Em hevrêyên xwe Rizgar û Rojhat bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevalên me Rizgar û Rojhat ên ku li herêma Efrînê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de wezîfedar bûn û xebatê xwe dimeşandin, di 14’ê Puşperê de di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de gihîştin şehadetê. Efrîna ku yek ji herêmên me ye ku xwedî hesta welatparêziyê xurt e, […]

  • June 16, 2023

Em hevrêyê xwe Ciwan Oso bi rêzdarî bi bîr tînin

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di roja14’ê Puşperê de, li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê wesayîtek hedef girtin. Di êrîşê de tevî 2 welatparêzên me, şervanê me bi nasnav Ciwan Oso şehîd bû. Hevalê me Ciwan ji ber betlaneyê diçû malê. Rastiya ku armanc û hedefên dewleta Tirk a dagirker ji bo Bakur û Rojhilatê […]

  • June 12, 2023

Em rêhevalê xwe Dilşêr Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Yehya Xidir bi nasnav Dilşêr Efrîn, di dîroka 10’ê Puşpera 2023’yan de di encama êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket. Rêheval Dilşêr ji pêkhateyên Ereb yê bajarê Efrînê ye. Malbata hevalê me welatparêzên qedîm yên li herêmê ye û di nav şoreşa Rojava de wek malbat tevlîbûyînek xurt […]

  • April 16, 2023

Em rêhevalê xwe Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê a Efrînê de têkoşîna me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome. Rêhevalên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn di roja 15’ê Nîsanê de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn. Di sala 2011’an de dema ku li tevahiya […]

  • April 14, 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin

Di 14’ê Nîsanê saet 01:45′an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li ser rêya Hîzam a Qamişloyê li nêzî deriyê Nisêbînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de rêhevalê me Baran Nisêbîn gihîşt şehadetê. Rêhevalê me Baran ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji malbateke welatparêz e. Navçeya Nisêbînê ku di dîroka têkoşîna me […]

  • April 11, 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Mihemed Dede ku li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî, ev demeke bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya. Di bin venêrîna bijîşkan dihat tedawîkirin lê roj bi roj nexweşiya wî giran bû û di roja 9’ê Adarê de tevlî karwanên şehîdan bû. Li Rojavayê Kurdistanê ji bajar heta navçeyan, ji gund heta […]