Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên berxwedana Bendava Tişrîn û pira Qereqozax

  • January 25, 2025

Şehîdên berxwedana Bendava Tişrîn û pira Qereqozax

Şervanên me li hemberî êrîşên dijwar û barber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sekin û berxwedaniyeke bedew nîşan didin. Şervanên me tevahî êrîşên dijmin têk dibin û derbên giran li wan didin. Êdî navên hêzên me ji hêzên dagirker û çeteyên wê bûye jêdera tirsê; gelek ji wan ji tirsan re ji qadên şer direvin û naxwazin şer berdewam bikin.

Di wan cengên lehengiyê de, şervanên me Azad Dêrazor (Tariq El Hesen), Şoreş Efrîn (Şêro Welîd Nûman), Arîf Ehmed Şêx Ham (Arif), Fewazî Mihemed Elî (Dilgeş Cûdî) piştî ku berxwendaneke mezin li hember keriyên Tirkên dagirker û çeteyên wê raber kirin gihiştin asta şehadetê.

Di serî de em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me re dixwazin. Sonda me tolhildana xwîna pak a şehîdan e. Em bi şev û bi roj têkoşîna azadî û rûmeta gelê xwe bidomînin û em ê di vî şer de serketinê mîsoger bikin.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDÊN ME BI VÎ RENGÎ NE:

Nasnav: Azad Dêrazor

Nav û paşnav: Tariq El Hesen

Navê dayikê: Reşa

Navê bav: Ziyad

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 22 Çile 2025

…….

Nasnav: Şoreş Efrîn

Nav û paşnav: Şêro Nûman

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Welîd

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 17 Çile 2025

……..

Nasnav: Arif

Nav û paşnav: Arif Şêx Ham

Navê dayikê: Heyat

Bavê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Cindirês

Cih û dîroka şehadetê: Cirniye, gundê Huriye, 3 Çile 2025

…….

Nasnav: Dilgeş Cûdî

Nav û paşnav: Fewazî Elî

Navê dayikê: Selwa

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 17 Çile 2025

Navenda Ragihandinê ya QSD

25 Rêbendanê 2025