Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Pênc Hevrêyên Me Gihaştin Şehadetê

  • January 20, 2025

Pênc Hevrêyên Me Gihaştin Şehadetê

Di dema bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên şaneyên rêxistina DAÎŞˋê ya terorîst de 5 şervanên me gihîştin asta şehadetê.

Êdî her kes dizane ku hêzên me di bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yan jî serdegirtina şaneyên rêxistina DAÎŞˋê ya terorîst de xwe dispêrin berxwedanî û fedakariyê. Ev hemû destkeftiyên hatin qezenckirin jî bi saya lehengî û fedakariya şehîdan in. Ji bo pêkanîna serkeftinan QSDˋê garantiya yekemîn û dawîn e.

Navên her pênc şehîdan wiha ne:


Mazin (Subhî Ebdullah El Cero)
Nûr (Heyder Hisên El Sehin)
Dijwar Kajîn (Hîşam El Ferec)
Rustem Rojava (Mecîd Osman)
Eşqer (Îsmaîl Muselêh Xelîl)

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin û soz didin ku em ê heta tacîdarkirina serkeftin û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me wesîyetên xwe yên domandina têkoşînê pêk bînin.

Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Mazin
Nav û paşnav: Subhî Ebdullah El Cero
Navê dayikê: Yusra
Navê bav: Ebdullah
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-9ˋê Kanûna 2024ˋan

Nasnav: Nûr
Nav û paşnav: Heyder Hisên El Sehin
Navê dayikê: Qemra
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Til Mecdel
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-15ˋê Kanûna 2024ˋan

Nasnav: Dijwar Kajîn
Nav û paşnav: Hîşam El Ferec
Navê dayikê: Besma
Navê bav: Feysel
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Ebû Qelqel-7ˋê Çileya 2025

Nasnav: Rustem Rojava
Nav û paşnav: Mecîd Osman
Navê dayikê: Qadiye
Navê bav: Quteybe
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-17ˋê Çileya 2025

Nasnav: Eşqer
Nav û Paşnav: Îsmaîl Muselêh Xelîl
Navê Dayikê: Fuda
Navê Bav: Muselê
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-Kîsra
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-herêma Ebû Xeşeb-16ˋê Çileya 2025

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

20.01.2025