Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, bi pêşengiya Hêzên Sûrî ya Demokratîk ku hêzên me yên YPG û YPJ jî di nav de, li gundewarên Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon berdewam dikin. Li herêma rojhilatê ava Firatê ku beşek mezin ji çeteyan hatiye paqijkirin operasyon berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Di 13’ê Gulanê de gundê Baxoz ku xwedî girîngiyek stratejîk e ji aliyê hezên me ve hat azadkirin. Di vê operasyonê de rêhevalê me yê Spanî Kendal Ramon di encama teqîna mayina ku çeteyan ji berî niha çandibû ve gihişt şehadetê.
Di 26’ê Gulanê de rêhevalê me Mazlum Cuma dema ku li Serêkaniyê li ser erkê xwe bû di encama qrîza dil de şehîd bû.
Hevalê me Kendal Ramon li bajarê Madrid ê Spanyayê ji dayîk bûye. Rêhevalê me Kendal ji malbatek kedkar tê û cara yekem li Rojava tevlî tekoşîna gelên tên çewisandin bûye. Rêhevalê me Kendal li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ne tenê bûne bela serê gelên bindest heman demê de bûne bela serê mirovahiyê tekoşîn bide tevlî refên YPG’ê bû. Rêheval Kendal di demek kurt de fêrî jiyana di nava tekoşînê de bû û piştî perwerdeyê li Dêraezorê di çeperên pêş de cih girt. Guh nedida temenê xwe yê mezin, dest diavêt hemû karên pratîk û bi vê taybetmendiya xwe aliyê kedkar ê di kesayeta wî de rûniştî derdixist pêş. Rêhevalê me Kendal ji herêmek ku kevneşopiya şoreşê lê heyî hat, bi tecrûbeya ji şoreşa Rojava girtî, da nîşan kir ku yekîtiya di nava gelan de mil bi mil dayîna hev dê ava bibe.
Hevalê me Mazlum Cuma li yek ji qeleyên Şoreşa Rojava Serêkaniyê hatiye dinê. Hevalê Mazlum Cuma yê ku xwedî seknek ji kevneşopiya welatparêziyê, bi Şoreşa Rojava de tevlî xebatên aktîf bûye. Armanca herî mezin a hevalê me Mazlum Cuma xwedîderketina li nirxên xwe û parastina nirxên hatîn avakirin bû. Hevalê me Malzum ji dema tevlî tekoşînê bûyî heta roja dawî jî girêdayî armanca xwe ma.
Em ji malbatên rêhevalên xwe yên gihiştîn şehadetê û gelê xwe re sersaxî dixwazin, em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin û soza xwe ya tekoşînê heya azadiyê nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Kendal Ramon
Nav û Paşnav: Ramon Maria Rull Linhoff
Navê Dayikê: Candelaria
Navê Bav: Ramon
Cihê Jidayikbûnê: Madrîd / Îspanya
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor /13’ê Gulana 2018’an

Nasnav: Mazlûm Cûma
Nav û Paşnav: Cûma Mihemed
Navê Dayikê: Heyye
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / 26’êgulana 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 27’ê Gulana 2018