Di dîroka 29’ê Gulanê de li gundê Xatûniyê a bajaroka Holê de rêhevalê me Cesur Til Hemîs dema li ser erka xwe bû di encama qrîza dil de gihiştiye şehadetê.
Rêhevalê me Cesur li bajaroka Til Hemîsê malbatek ku ji eslê xwe Ereb e, hatiye dinê. Piştî rizgarkirina bajarokê Til Hemîsê ji çeteyan, rêhevalê me Cesur cara yekem fikreke ku hemû netewan hembêz dike û jiyaneke hevpar ava dike, dinase û barê şoreşê ku dikeve li ser her welatiyekî ku li ser vê axê jiyan dike, radike. Rêheval Cesur heya şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad têkoşiya ye û wê bîranînên tekoşîna wê hertim were bibîranîn.
Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Cesur û tevahî gelê xwe re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan de nû dikin.
Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Cesur Til Hemîs
Nav û Paşnav: Qewmî Ebdulah
Navê Dayikê: Pirteqala
Navê Bav: Mensûr
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dema Şehadetê: Hol / Xatuniyê / 29’ê Gulana 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1’ê Pûşpera 2018