Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em Şehîd Koçer Kobanê bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 23, 2018

Em Şehîd Koçer Kobanê bi rêzdarî bibîr tînin

Di dîroka 31’ê Adarê 2018’an de li herêma gundê Zixeyr ya Rojavayê Dêrazorê di dema ku rêhevalê me Koçer Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezeya maşîneyê de ji serê xwe û pişta xwe bi giranî birîndar bû. Rêheval Koçer heya 19’ê Gulana 2018’an li nexweşxaneya Ş. Sarya de di bin venêrîna doxtoran de ma. Di 19’ê Gulana 2018’an de di encama birîndariya xwe de şehîd bû.

Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Koçer û tevahî gelê xwe re dixwazin. Em di şexsê şehîd Koçer de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza ku me daye şehîdan careke din nû dikin.

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Koçer Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdilhenan El Osman

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Reşîd

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Hesekê / 19’ê Gulana 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23’ê Gulana 2018