Ji destpêka 2018’an ve dewleta Tirk a faşîst, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike û ji bo gelê Kurd ê ku rêveberiya şoreşê dike bi awayek fîzîkî îmha bike bi awayek topyekûn êrîş dike. Ev dagirkerên ku Kantona Efrînê kirin hedef, bi hezaran çete û leşkerên dewleta dagirker a Tirk tevlî vê tevgera dagirkirinê bûn. Heman demê de bi teknîka pêşketî bi awayek giran êrîşî Efrînê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê 58 rojan bi balafirên keşfê û balafirên şer bê navber erdnîgariya Efrînê û gelê wê bombardûman kir. Li hemberî van êrîşan, her hevalek me di çeperên xwe de li hemberî dagirkeran serî netewandin û berxwedanek dîrokî meşandin. Gelek rêhevalên me bi berdêlên mezin ji bo nirxên ku şehîdan afirandin him jî ji bo parastina gelê me li berxwe dan û heta gihiştin şahedetê. Me ji ber rewşa şer heta niha nasnameyên du hevalên xwe yên ku di qonaxa yekem û duyem a Berxwedana Serdemê de bi topbarankirina balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd ketine nekarî bidin, em ê niha parvebikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Feda Welat
Nav û Paşnav: Orhan Qiço
Navê Dayîkê: Rece Elî
Navê Bav: Xesan
Cihê Jidayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şahedetê: Gundê Hec Xelîl/ Raco/Efrîn/4’ê Adara 2018

Nasnav: Helbest Xwînda
Nav û Paşnav: Usama Tayib Bêkes
Navê Dayîkê: Adîbe
Navê Bav: Tayib
Cihê Jidayîkbûnê: Hewlêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Çiyayê Hawar/Raco/ Efrîn / 3’yê Nîsana 2018”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25’ê Pûşpera 2018