Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 6 rêhevalên xwe yên ku li Efrîn û Dêrazorê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin

  • June 21, 2018

Em 6 rêhevalên xwe yên ku li Efrîn û Dêrazorê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin

Di çarçoveya duyemîn pêngava Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me li hember gelek xal û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, li navenda bajarê Efrîn û gundewarên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di dîroka 22’ê Adarê, hêzên me li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku li çiyayê Hawar ya herêma Raco bicîh bûbûn çalakiyeke bi bandor lidarxistin. Çalakiya ku gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker tê de hate kuştin de di encama êrîşên hewayî ya artêşa dagirkeran de hevalek me şehîd ket.

Dîsa di dîrokên 2 û 4’ê Nîsanê de li heman herêmê, piştî çalakiyan 4 hevalên me di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku hêzên me jî tê de cîh digrin de, li herêma Dêrazorê;

Di dîroka 17’ê Pûşperê, di dema operasyona rizgarkirina bajarokê Dişîşa bi çeteyên DAIŞ’ê re şer û pevçûnên dijwar rû dabûn. Di encama pevçûnan de yek ji fermandarê hêzên me yên li herêmê rêheval Mahir Çiya piştî berxwedaneke lehengî gihîşt şehadetê.

Em rêheval Mahir Çiya û 5 hevalên xwe yên din ku di Berxwedana Serdemê û Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku heya bi serxistina têkoşîna şehîdên xwe em ê têkoşînê bidomînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Awyer Rojhilat

Nav û Paşnav: Mehran Muhamedî

Navê Dayikê: Keraman

Navê Bav: Nemat

Cihê Jidayibûnê: Tehran

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018

Nasnav: Cudî Rojava

Nav û Paşnav: Hediye Hesen

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Ednan

Cihê Jidayibûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

Nasnav: Hîwa Azad

Nav û Paşnav: Samanî Karaberdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Behman

Cihê Jidayibûnê: Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

Nasnav: Mahîr Çiya

Nav û Paşnav: Abdullah Îlhan

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Hezîrana 2018

Nasnav: Reşîd Helo

Nav û Paşnav: Bextiyar Mihemed Pur

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayibûnê: Saqiz

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4’ê Nîsana 2018

Nasnav: Şervan Zagros

Nav û Paşnav: Alan Ibrahîm

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Jidayibûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’yê Adar 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Pûşpera 2018