Di derbarê Pêngava Duyem a Berxwedana Serdemê ya Efrînê di 3 û 4’ê Nisanê de hêzên dagirker a Tirk û çeteyên girêdayê wê li navçeya Raco a Efrînê di çiyayê Hawarê de bicîh bûbûn di navbera komek hêzên me û leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wan de şerek qewimîbû. Di vê serê de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatibûn kuştin û hêzên dagirker bi awayekî zêde teknîk bikar anîbû. Di encama şerê dijwar de ku çêbû 6 hevalên me bi rihekî fedayî heya guleya xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê.
Hevalê Rizgar ku di Pêngava Duyem a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi awayek çalak tevlî bûbû û li hember hêzên dagirker çalakiyên bi bandor pêşxistibû, di qada şer de li hember dijmin hêrsa xwe ji dewlemendkirina taktîkê re zivirandiye û bi hevalên xwe re zivirandiye hêza çalakiyê.
Hevalê Rizgar ji 2013’an ve di tekoşîna azadiya Rojavayê Kurdistanê de bi şerê xwe bi kurahiya welatparêziyê xwedî derketiye, di jiyanek bi şertên giran de jiyan kiriye. Ew bi kedek pir mezin de mezin bûye, di vê şerê bê eman de hê di dema zarokatiya xwe de bûye şahid. Ev di kesayetiya wê de, di jiyana wê ya şoreşgerî de bi kedek mezin re her kêliyê avakiriye û vêya zivirandiye çalakiyek, di şer de bûye fermandariyek bi bandor daniye holê û bûye seknekî efsanewî.
Rizgar; hemû germahiya hevaltiyê di kurahî de dorpêş kiriye, ji bo dozê bûye xwedî girêdanbûnek bê hempa, bi baweriyê re ji dil de bûye yek. Ew bi vê taybetmendiyên xwe ve di dilê gelê me yê welatparêz de, di dilê rêhevalên xwe yê tekoşînê de û di dilê kesên ku wê nas dikin de cîhekî bê tarif de cîhê xwe girtiye.
Şerekî bi hemû encamên xwe re birêvebirin ked û tecrûbeyek kur dixwaze. Ev taybetmendî di hevalê me Rizgar a di temenê ciwan de hebû, bi vê taybetmendiyê xwe ve di çeperên pêş de li hember hêzên êrîşkar Cebhet El Nûsra, Ehrar el Şam , DAIŞ’ê û bi hemû çeteyan re şer kiriye. Herî dawî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê de şerê xwe yê bi heybet di erdnîgariya Efrînê de bi hostatiyek taktîkî a bi bandor meşandiye. Bi tevlîbûna xwe, bi sekna xwe di ne şerê ku encaman bandor dike, encaman diyar dike de nîşan daye, bûye xwedî şervanek darbeyê giran li dijmin xistinê.
Fermandarê hunera şer hevalê Rizgar bi cesareta mezin ku derxist pêş hertim bûye fermandarek mînak. Hevalê Rizgar, ji bo ku feraseta azadiyê di mejiyê xwe de ava bike şerekî bê eman li hember xwe jî daye meşandin. Bi tevlîbûna xwe ya sade û bi cewher di kesayetiya xwe de daye avakirin û daye nîşandan. Em wek hevalên wê ya di pêşengiya wê de kêm mane, wek pêwîstiyek girêdanbûna bîranînê wê, soza berxwedan û serkeftinê tekoşîna xwe bidomînin.
Em di kesayeta hevalê me Rizgar de rêhevalên me Agirî Zagros, Harûn Mêrdîn, Merwan Derwêş Laşer, Rênas Rêber û Şervan Şahan bi minnet bibîr tînin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 28’ê Pûşpera 2018