Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 4 hevalên xwe yên ku li Efrîn û Şedadê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 7, 2018

Em 4 hevalên xwe yên ku li Efrîn û Şedadê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Li hember kiryarên faşîzan û dagirkerî a topyekûn ya dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek topyekûn tê raberkirin. Her bihostek axa Efrînê ku şahidiya berxwedanek dîrokî a li hember dagirkeriya dewleta Tİrk dike, li ser navê tekoşîna me ya azadiyê bedelên mezin tên dayîn û şehadet tên jiyankirin. Berxwedana bi heybet ku tê jiyankirin, her hevalê me a di nav tekoşîna azadiyê de li hember dijmin bi seknekî mîlîtanî ku serî netewandiye bûye nîşaneya ku di nav berxwedanek çawa de ne.

Yek ji wan berxwedana jî komek hevalê me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera ya Efrînê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me ziviriye pevçûnek mezin. Di nav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye destê me. Di encama vî şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê.  

Di dema pevçûna dijwar de rêhevalên me Agir Kop, Arjîn Rûstem Cûdî û Sarya Rizgar bi rihekî hev parastinê, girêdanbûna bi hevaltiyê çawa dibe bi seknekî mîlîtanî danîne holê. Her 3 hevalên me ku di destpêka Berxwedana Serdemê ya Efrînê heya niha li hember dijmin de ji sekna xwe de tawîz nedane.

Di heman demê de di dîroka 18’ê Pûşpera 2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye.

Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye: 

Nasnav: Agir Kop

Nav û Paşnav: Ramazan Ekmekçî

Navê Dayikê: Gûllû

Navê Bav: Elî

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Arjîn Rustem Cudî

Nav û Paşnav: Ceylan Horo

Navê Dayikê: Firyel

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Sarya Rizgar

Nav û Paşnav: Gurbet Taksun

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Berîtan Zinar

Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa

Navê Dayikê: Heyfe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Tîrmeha 2018