Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 7 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Cezaa de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin

  • August 16, 2018

Em 7 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Cezaa de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin

Xwedî hişmendiya herî paşverû a rêxistina terorî a DAIŞ’ê ku di sala 2013’an de derket holê û di demeke kurt de tevahî li Rojhilata Navîn û cîhanê de bandora wê belav bû, di encama berxwedanên qehremanî yên hêzên me YPG û YPJ’ê nîşan dane pêşiya mezinbûna rêxistina teror a DAIŞ’ê girtiye û herêmên ku hatine dagirkirin careke din yek bi yek bi berxwedaniya hêzên me hatine bidest xistin. Ev çeteyên DAIŞ’ê ku li Îraq û Sûriyê bi dagirkirina bajaran a bi saetan de berovajî wê li Rojavayê Kurdistanê bi rojan şerên dijwar ku li gund û bajarokan de qewimî de çeteyên DAIŞ’ê negihîştin armancê xwe û li hember çalakiyên bi bandor yên hêzên me derbeyên giran xwarine û neçar mane paşve bikişin. Ev berxwedanên mezin di encama dayîna bedelên ku zarokên egîd yên gelê me bi canê xwe dane derketiye holê. Yek ji derbeyên giran yên herî bi bandor li DAIŞ’ê hat xistin şerê berxwedana Cezaayê ye.

Di dîroka di navbera 19 û 30’ê Tebaxa 2014’an de bajaroka Cezaa ya girêdayê kantona Cizîrê berxwedana şervanên me yên YPG û YPJ’ê ku bi bê eman li hember DAIŞ’ê dane meşandin em nasnameya 7 rêhevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi rayagiştî re parve dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Awat Sîpan

Nav û Paşnav: Hesen Ciwan Merdî

Navê Dayikê: Zara

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayibûnê: Serdeşt

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Eşref Reşîd

Nav û Paşnav: Elî Suheylî

Navê Dayikê: Tuba

Navê Bav: Mansur

Cihê Jidayibûnê: Îlam

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Gulbihar Gurbet

Nav û Paşnav: Mîna Burukîmîlan

Navê Dayikê: Sînem

Navê Bav: Mehmud

Cihê Jidayibûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 30’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Kemal Mêrdîn

Nav û Paşnav: Hayrettîn Gul

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Mizgîn Ronahî

Nav û Paşnav: Emîne Keçelanlu

Navê Dayikê: Muxteber

Navê Bav: Xosrof

Cihê Jidayibûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Newal Sefqan

Nav û Paşnav: Mizgîn Ozcan

Navê Dayikê: Qadriye

Navê Bav: Ethem

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

Nasnav: Rojger Sîdar

Nav û Paşnav: Abdullah Şakar

Navê Dayikê: Gogerçîn

Navê Bav: Emenulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an

Di vê berxwedanê de rihê fedayî ku her hevalê me derxistiye holê, bûne sedema berxwedana ku hatiye meşandin gihiştiye serkeftinê. Di vê berxwedana şerê mezin de em 7 rêhevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin, li ser bingeha kevneşopiya berxwedaniyê ku şehîdên me ava kirine, heya ku em tekoşîna xwe ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin em soza şerkirinê heya dawî dûbare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Tebaxa 2018