Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em Fermandarê Egîd Rêheval Nîmet Amed Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

  • August 11, 2018

Em Fermandarê Egîd Rêheval Nîmet Amed Bi Rêzdarî Bibîr Tînin

Li Kurdistanê hêzên ku dixwazin her cûre qirkirinê li ser gelê me bidin meşandin li hember vê yekê berxwedana dîrokî tê meşandin. Şerên ku tên meşandin lêgerîna azadiyê ya gelan û li hember dagirkeriyê tê wayeta serî hildanê. Tekoşîna ku li Rojava tê meşandin li hember her cûre dagirkerî û li hember tûnekirinê şerekî mezin tê pêşxistin. Ev şerê bi heybet li her parçeyê Kurdistanê de, di her qadê tekoşînê de bi tevlîbûna hezaran ciwanên Kurdistanê ku rih û mejiyê xwe ve xwe fedayê gelê xwe kirine ve tê meşandin. Bi sedan hevalê me ku xwedî berpirsyartî û fikrê enternasyonal ji netewên cûda bi rihê seferbertiyê ve tevlî vê şerê berxwedanê bûne.

Rêheval Nîmet Amed ku bi vê rihê ve di pêvajoya seferbertiyê tevlî tekoşîna şoreşa Rojava bûye di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku wek paytexta DAIŞ’ê bû, di 5’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ve bi pêngavek bi navê Xezeba Firatê hatibû destpêkirin wek fermandarê pêşeng a vê şerê rizgarkirinê de cîhê xwe girt. DAIŞ’a ku bi her awayî derveyê mirovahî êrîş dikirin li hember vê berxwedan û çalakiyên herî bi bandor jî yek ji wan fermandarê me, Fermandarê Sahayê rêheval Nîmet bû.  

Rêheval Nîmet fermandarek me di meşa serkeftî a li Kobanê, Minbic û Reqayê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi serkeftinên tije, dewlemendiya taktîkê bi hostatî pêş xistiye ye. Ji bo wê çeteyên DAIŞ’ê bi hemû êrîşên xwe ve encamek dixwest negirtiye. Yê ku vê encamê ava kiriye, bi fikir û çalakiyên xwe yên hevgirtî ve rêheval Nîmet bûye. Rêheval Nîmet li derdora Babê jî li hember şerê êrîşa artêşa Tirk a dagirker de jî cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêheval Nîmet bi kesayetiyek şerker û fermandarî de di şeran de cîhê xwe girtiye, di 25’ê Nisana 2017’an de şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi awayek qehremanî şer kiribû û gihiştibû şehadetê.

Rêhevalê me Nîmet Amed li malbatek ku di welatparêziya xwe de kur e mezin bûye, hestên xwe yên welatparêziyê bi feraseta şoreşgerî re sitêriye û gav avêtiye tekoşîna azadiyê. Rêheval Nîmet li derdora tekoşîna azadiyê de li her çar parçeyên Kurdistanê de bûye xwedî tekoşînek bê eman û bûye derfetek mezin a rizgarbûyîna gelê Kurdistanê ji zor û zehmetiyan. Ew di jiyana xwe yê şoreşgerî de li hember gelê xwe hestê welatparêziya kur bar kiriye û bûye xwedî şerekî bi rûmet.

Rêhevalê me Nîmet Amed, hûnera şer ku pêwîste bi disiplîn û xwedî ciddiyet be gihiştiye zanebûna wê, di xwe de û kesayetiya xwe de vaya daye jiyankirin, di hemû peywirên xwe yên girtî de vana pêk aniye. Hemû peywirên ku girtiye bi serkeftî bicîh aniye û  “Gotina nabe vegerandiye serkeftinê” bûye feraseta wê ya bingeh. Ew ji bo bûyîna fermandarekî rast hertim pêşketin ji xwe re kiriye dert û ji bo wê hertim di nav hewldanê de bûye. Rêheval Nîmet ne tenê fermandar, qasê fermandar bûye şervan, qasê şervan jî bûye rêhevalê hemû hevalên xort û jin. Rêhevalê me Nîmet ku bi jiyanê xwe re ji hevalên xwe re bûye mînak, bûye xwedî seknek pêşengê nirxên manewî, kedkar, fedakar û mûtevazî.

Li hember dijminê ku dixwest gelê wî û rêhevalên wî ji holê rake hêrsa xwe vegerandiye wêrekiya bê tirs, xwe ji serkeftinê re kilît kiriye û tûcar binketinê qebûl nekiriye; bivê re bûye xwedî kesayetiya milîtaniya bivê rengî. Rêheval Nîmet bi tevlîbûna xwe ya hemû pêngavan re bûye mîmarê destkeftiyên şoreşê û di dîroka berxwedanê de cîhê xwe girtiye. Herî dawî bi tevlîbûna rizgarkirina bajarê Reqayê a bi sekna xwe ya fedayî wekî bi dehan şehîdên me yên fedayî ve bajarê Reqa îro bûye bajarek rizgarkirî.

Di şoreşa Rojava de rêheval Nîmet û bi hezaran şehîdên me yên qehreman ku bûne xwedî seknekî fedayî, ji me re serkeftinê emir dike. Li ser vê bingehê em di şexsê rêheval Nîmet de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî û minnetî bibîr tînin û soza girêdanbûna bîranînê wan didin.

Nasnameya rêhevalê me ku gihiştiye şehadetê wiha ye;

Nasnav: Nîmet Amed
Nav û Paşnav: Adem Barût
Navê Dayik û Bav: Elhe – Nîmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa – 25.04.2017

Fermandariya Giştî ya YPG | 11’ê Tebaxa 2018