Bi pêşxistina şoreşa Rojava re, gelên ji bo demokrasî û azadiyê tekoşînê bilind kir li Bakurê Sûriyê belav bû û ev bû şerê berxwedana hevpar a azadiyê ya gelên herêmê. Di encama tekoşîna ku bi şêwazê herî bibandor li hember çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin de serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin. Yek ji van berxwedanan sala 2014’an di navbera 19 û 31’ê Tebaxê de li Cezaayê li hember DAIŞ’ê şerê ku bi heybet hat raberkirin e. Bi berxwedana bêhempa ku li hember çeteyên DAIŞ’ê hate raberkirin, ne tenê derbên giran li çeteyan hat xistin her wiha ev şer bû wesîle ku DAIŞ bikeve pêvajoyeke tunebûnê. Hewldana pêkanîna fermana 74. ya Şingalê hat astengkirin û bi vê sekna qehremantî re xelekek destaniyeke din ket dîroka tekoşîna me ya berxwedanê. Şervanên me Serhed, Xwînrêj Cudî, Sorxwîn, Şiyar, Xwînrêj Cudî yê ku bi hezkirina welat, bi welatparêziya kûr û sembola berxwedanê de israrkirinê ne, di vê berxwedanê de heya dilopa xwîna xwe ya dawî şerkirine û gihîştine şehadetê.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Serhed Colemêrg
Nav û Paşnav: Orhan Tekîn
Navê Dayik û Bav: Gurbet – Faris
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa- 19. 08. 2014

Nasnav: Sorxwîn Amanos
Nav û Paşnav: Keyfiye Demir
Navê Dayik û Bav: Payîz – Mehmet Sidiq
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa- 23. 08. 2014

Nasnav: Şiyar Garzan
Nav û Paşnav: Mazlûm Çelîk
Navê Dayik û Bav: Herdem – Hakim
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa- 23. 08. 2014

Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Huseyîn Acar
Navê Dayik û Bav: Tayîbe – Zubeyt
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa- 19. 08. 2014

Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Îbrahîm Tatar
Navê Dayik û Bav: Sarya – Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa- 19. 08. 2014
Ev hevalên me li pey şopa şehîdên me yên ku bûne sembola zayîna nû meşiyane û bi qehremantî gihîştine şehadetê. Em 5 rêhevalên xwe yên ku dilê xwe ji azadiyê re kilîtkirine bi rêzdarî bibîr tînin û em soz didin ku dîroka berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 31’ê Tebaxa 2018