Xebatên lêgerîn û paqijkirinê ya bi armanca pêk anîna ewlehiya herêmê, di proseya piştî bi dawî kirina DAIŞê hîn jî berdewam e. Rêhevalê me Çiyager di nav van xebatan de dema li ser erka xwe bû di 13’ê Nîsanê de şehîd ket.
Hevrê Çiyager li bajaroka Girkêlegê ya Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye û mezin bûye. Di demek ku şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê mezin û geş dibû de tevlî nav refên me bû. Di operasyona bi dawîkirina DAIŞ’ê ya Bagera Cizîrê de cîhê xwe girt, hem berpirsiya li ser milên xwe pêk anî, hem jî şahidiya wan kêliyên dîrokî kir. Hevalê Çiyager yê ku di tevlîbûna xwe de bi aliyên xwe yên wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn, vê sekna xwe di her qadê jiyanê de domand. Girêdan û baweriya xwe ya bi şoreşê re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Çiyager Dêrik
Nasnav: Yezen Mihemed
Navê Dayik û Bav: Besna – Mihemed Şerif
Dîroka Şehadetê:Dêrezor – 13.04.2019
Em di şexsê hevrê Çiyager de hemû şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîd Çiyager û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2019