Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Doxan Qendîl yê ku li Helebê gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • April 19, 2019

Em rêhevalê xwe Doxan Qendîl yê ku li Helebê gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Doxan Qendîl, di 16 Nîsanê de dema ku li Helebê li ser erka xwe bû di encama qrîza dil de şehîd ket.

Rêheval Doxan yê ku li Efrînê ji dayîk bû û mezin bû ji berxwedana dîrokî ya li wir bandor bû û di nav refên azadiyê de bi awayek çalak cîhê xwe girt. Bi sekna xwe ya dilnizm, bi kesayeta xwe ya jêhatî û kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya tekoşer.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye

Nav û Paşnav:Doxan Qendîl
Nasnav: Ebdulrehman Hiso
Navê Dayik û Bav: Şahîde – Xalid
Dîroka Şehadetê:16. 04. 2019

Em di şexsê heval Doxan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin; soza xwe ya têkoşînê ya bi armanca pêkanîna xeyalên wan em dubare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19’ê Nîsana 2019