Bi pêşengtiya hêzên QSD û şervanên YPG-YPJ Pêngava Bagera Cizîrê a Rizgarkirina Dêrazorê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û roj bi roj pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrazorê çêdibe. Her wiha operasyonên paqijkirina çeteyan li herêmê didome. Di van operasyonan de şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime.
Li ser vê bingehê di navbera 3-6 Sibatê de operasyonên ku li ser çeteyan hat lidarxistin de 7 rêhevalên me li dijî çeteyan bi qehremanî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em weke hêzên YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe em ê li Rojava û Bakurê Sûriyê ji teror û terorîstan paqij bikin bê rawestandin têbikoşin, careke din soza xwe nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Behiye
Nav û Paşnav: Hemîd Emîr
Navê Dayikê: Neîme
Navê Bav: Feyad
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre zor / 6’ê Sibat 2018

Nasnav: Dilbirîn Til Berak
Nav û Paşnav: Elî El Îsa
Navê Dayikê: Helala
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

Nasnav: Dilgeş Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihemed Kalo
Navê Dayikê: Fethiye
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5’ê Sibat 2018

Nasnav: Masîro Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihemed Îso
Navê Dayikê: Zekiye
Navê Bav: Cemîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5’ê Sibat 2018

Nasnav: Şivan Enteriyê
Nav û Paşnav: Wail Xelef
Navê Dayikê: Bedîa
Navê Bav: Yusif
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

Nasnav: Şivan Tamne
Nav û Paşnav: Xalid Ibrahîm
Navê Dayikê: Erne
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

Nav û Paşnav: Teysîr Mihemed
Navê Dayikê: Xatun
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 3’ê Sibat 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9’ê Sibata 2018