Têkoşîna azadiya gelê me û hêzên me ku li dijî teror û dagirkeriyê dimeşînin gihîştiye asteke bilind û qonaxeke girîng. Ev têkoşîna ku tê meşandin him di herêmê û qada navnetewî de bandoreke mezin derxistiye holê him jî ji bo firsendên dîrokî afirandiye da ku pêşeroja herêmê misoger bike. Bêguman ev asta têkoşîna me armanca dagirkeran rûxandiye û ji bo herêmê jî bûye hêviyeke mezin. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê jî ew in ku tim û tim xwe bi serkeftinê re amadekirine û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ye.
Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di demên cuda de di Pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê gihîştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.
1. Qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê ku li herêma Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengtiya hêzên me di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatibû destpêkirin ber bi dawîbuyînê ye. Roj bi roj hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya herêma Dêrazorê têk diçe û operasyonên ku li dijî çeteyan tên lidar xistin de bi sedan sivîlên ku di bin dagirkeriya wan ve tên rizgarkirin. Ev pêşketinên ku rûdidin bi saya têkoşîna şervanên me yên ku bi dil û can şer dikin û digîhin asta şehadetê ye. Yek ji wan hevalên me bi nasnav Bahoz Efrîn e ku piştî berxwedaniyeke bê hempa di dîroka 2’ê Sibatê şehîd ketiye.
2. Rêhevalê me bi nasnav Kara Qamişlo ku li bajarê Serêkaniyê li ser erka xwe bû, di encama qezayekî trafîkê di dîroka 29’ê Çileyê de gihîştiye şehadetê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Kara Qamişlo
Nav û Paşnav: Mû’tez El Hoşan
Navê Dayik û Bav: Fatma – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 02. 02. 2019

Nasnav: Bahoz efrîn
Nav û Paşnav: Kemal Osman
Navê Dayik û Bav: Raîfe – Fayiq
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 29. 01. 2019
Em ji herdu malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em hevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Sibata 2019