Şervanên YPG û YPJ’ê, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz ku yek ji damezrînerên PKK’ê ye, di pêncemîn salvegera şehadeta wan de bibîr anîn.
Her sê jinên şoreşger ku 5 sal beriya niha ji alî saziyên îstîxbarata dewleta Tirk ve bi komployê hatibûn şehîd xistin, ji alî şervanan ve hatin bi bîr anîn. Bi dehan şervanên YPG û YPJ’ê yên Foca Şehîd Dogan ji bo bîranîna her sê şehîdan merasîmeke leşkerî lidar xistin. Di merasîmê de Fermandara YPJ’ê Mahabad Koçer axivî û got: “Bîranîna Sarayan ji bo me sedemê têkoşînê ye. Em wek YPJ, her tim şopdariya van hevalan ji xwe re esas digirin û xwe li ser vê ava dikin. Em soza şopandina vê rêyê jî dubare dikin.”
Herwiha şervanên YPJ’ê diyar kirin ku heya yek roj ji emrê wan bimîne, ew ê bi sekn û têkoşeriya Sara, Rojbîn û Ronahî, xeta jina azad ji xwe re bikin bingeh. Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Çile ya 2018