Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şervanê me Serhildan Sason li Efrînê şehît ket

  • March 5, 2020

Şervanê me Serhildan Sason li Efrînê şehît ket

Di 3’yê Adarê de şervanê me Serhildan Sason di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li Efrînê şehît ket.

Hevrê Serhildan, di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dagirkeran de bi şervantiya xwe roleke girîng lîst. Li dijî dagirkerî, qirqirin û her cure paşverûtiyê bi hêrseke mezin û sekna xwe ya têkoşer sekinî. Hevrê Serhildan, di nava refên berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku diketin ser milên wî, bi serkeftî bi cih anîn û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Serhildan Sason

Nav û Paşnav: Adem Îrtem

Navê Dayikê: Zîynet

Navê Bav: Yasîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 3 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Serhildan Sason de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê

05’ê Adarê 2020’an