Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Reqayê

  • January 16, 2018

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Reqayê

Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a Bakurê Suriyê roj bi roj ber bi tunebûyînê ve diçe. Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengtiya QSD, Meclîsa Leşkerî a Dêrazor û YPG-YPJ’ê ve hatibû destpêkirin û ji bo rizgarkirina Dêrazor û gundewarên wî hatibû armanc kirin, tekoşîna ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye meşandin bi xwe re deskeftiyên mezin avakiriye. Bêguman ev deskeftî bi bedelên giranbûha hatine bidestxistin. Ji bo ku yek çete jî li axa Rojava û Bakurê Suriyê nemîne tekoşîna me wê hertim berdewam bike.

Di dîrokên cuda de sê rêhevalên me di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin gihiştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me li Reqayê operasyona paqijkirina bermahiyên çeteyan de şehîd ketiye.

Em weke YPG û YPJ’ê tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin. Em soza pêkanîna xeyalên şehîdan a azadiyê careke din nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Cîgerxwîn Qamişlo

Nav û Paşnav: Elî Ibrahîm

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 15 Çile 2018

Nasnav: Hazim Şedadê

Nav û Paşnav: Elî El Hesen

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Mijdara 2017

Nav û Paşnav: Hesen El Hisên

Navê Dayikê: Cewhera

Navê Bav: Enter

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 14 Çile 2018

Nasnav: Rênas Erzurum

Nav û Paşnav: Şahap Dogan

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Celal

Cihê Ji Dayikbûnê: Erzurum

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Çile 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Çile ya 2018