Rêhevalê me Heqî Qarer di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Şera de di dîroka 9ê Tebaxa 2019’an de şehîd bû.
Hevrê Heqî, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Şera ya ser bi Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji alî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tevlî refên me bû. Hevrê Heqî, bi hêrs û kîneke mezin kêlî bi kêlî li hember dagirkeriya Tirk a li Efrinê di nava xwe de dihewand û heta hênasa xwe ya dawî jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Heqî, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû bi biryardarî û azweriyeke xurt bicîh anî. Em hevrê Heqî bi minnet û rêzdarî bibîr tînin, ji malbata wî û gelê me re sersaxî dixwazin.
Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd Wiha ye;
Nasnav: Heqî Qarer
Nav û Paşnav: Hesen îso
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Tel’et
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn | Şera | Gundê Metîna
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | Şera | gundê Mer’enaz 9’ê Tebaxa 2019’an
Hêzên Rizgariya Efrînê
10’ê Tebaxa 2019’an