‘Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla yek ji kesên ku despêkê çek rakir û ji bo parastina gelê xwe, li hemberî sîstema Baas a desthilatdar, serî hilda. Ebû Leyla li çeperên Helebê fermandariya hêzên şoreşger ên ku li dijî hêzên rejmî şer dikirin, kir.
Ebû Leyla li Minbic, Cerablûs, Bab, Bendava Tişrînê û Kobanê, bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Ew yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû û bi rengekî çalak cihê xwe di şer de girt. Di wê berxwedanê de, piştî ku birîndar bû, careke din vegeriya Kobanê û beşdarî rizgarkirina gundên Kobanê, bajaroka Sirîn û Bendava Tişrînê bû.
Ebû Leyla damezrênerê Tabûrên Şems El-Şemal û di hemû şeran de fermandarê wê bû. Her wiha ew yek ji damezrêner û endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.
Fermandar Ebû Leyla di amadekariyên Operasyona rizgarkirina Minbicê de avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, roleke mezin lîst. Bi destpêkirina Operasyonê de jî serkêşiya şer kir.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ‘