Dewleta Tirk a dagirker herdem li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û herdem piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkilîya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re qet qût nebû û hertim hewl da bi rêya DAIŞ’ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxîne û bixe bin serwerîya xwe.
Têkilîya rasterast a dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAIŞê ên piranîya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansazîyeke berfireh êrişî Girtîgeha Sina’a a Hesekê kirin, ku 5000 çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî di serî de Hesekê xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.
Çeteyên DAIŞ’ê êvara 20’ê Çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwestin xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrîşê da baldarî û xwînsarîya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞê ku nîşan dan, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din Xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrîşê re di serî da dewleta Tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewarîya wan di qirika wan de hişt.
Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekîyeke mezin nîşan dan. Di du rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şerkirin û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina deskeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidest xistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Awaz Ûrmîye
Nav û paşnav: Nesrîn Ehmed
Navê dayikê: Bedîa
Navê bav: Cemîl
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Cemal Xûrxûrî
Nav û paşnav: Cemal Oso
Navê dayikê: Naîle
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022
Nasnav: Ehmed
Nav û paşnav: Ehmed El Nasir
Navê dayikê: Sebah
Navê bav: Gazî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Enes Hesekê
Nav û paşnav: Sûfyan El Ehmed
Navê dayik: Meryem
Navê bav: Hemîd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022
Nasnav: Ayaz
Nav û paşnav: Ayaz Elî
Navê dayik: Emşa
Navê bav: Hemîd
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Tolhildan Faraşîn
Nav û paşnav: Osman Osman
Navê dayik: Edla
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Hisên
Nav û paşnav: Hisên Hesen
Navê dayik: Xedîce
Navê bav: Ebdilbaqî
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Ednan
Nav û paşnav: Ednan El Ibêd
Navê dayik: Aliya
Navê bav: Ode
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Ûmran
Nav û paşnav: Ûmran Xilêf
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nav û paşnav: Lûey Hisên
Navê dayikê: Ketba
Navê bav: Ebdilhemîd
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022
Nasnav: Mîtan Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Ehmed
Navê dayikê: Fethîye
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSD’ê
27’ê Çileya 2022











