Hêzên me; Hêzên Sûriya Demokratîk di berdewamiya têkoşîna xwe ya parastina hemû pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan karwanên şehîdên leheng pêşkêş kirine. Îro jî karwanekî din ji 9 şervanên qehreman li ser rêya azadiyê bê teredud ber bi meşa nemiran ve bi rê ketin.
Di şeva 15`ê Adara 2023`an de, di dema veguhestina hêzeke Yekîneyên Antî Teror (YAT) ji bo bajarê Silêmaniyê bi 2 helîkopteran, ew her du helîkopter ji ber rewşa hewaî ya xerab ketin xwarê. Di encamê de 9 şervanên me di bin fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror; Şervan Kobanê de şehîd bûn.
Rêhevalên me; Fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Cûdî, Dîdar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Rojeng Rifet û Xebat Dirbêsiyê yên ku hemû jiyana xwe ji bo ku gelên wan di nav azadî û aramiyê de bijîn feda kirin, bûn nimûneya cesaret û lehengiyê, her wiha di hemû pêvajoyên têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe girtin û di gelek şerên li dijî teror û dagirkeriyê de serkeftin misoger kirin.
Fermandarê Yekîneyên Antî Teror; Rêheval Şervan Kobanê tevî ku beriya Şoreşê li yek ji welatên Ewrûpayê jiyan dikir, lê belê girêdana wî bi welat û gelê wî ve hişt ku careke din di sala 2011`an de berî ku Şoerşa 19`ê Tîrmeha 2012`an destpê bike vegere welatê xwe û cihê xwe di nava refên Şoreşê de bigire. Di heman demê de jî beşdarî gelek çalakî û pêngavên şer li Efrîn, Kobanê û herêma Cizîrê bû.
Şehîd Şervan dikaribû kesayeta xwe di aliyê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe, lewra bû fermandarekî zîrek ku erkên herî dijwar pêk dianî. Tevî nûbûna wî di têkoşîna leşkerî de jî, lê belê di hemû şerên ku tevlê dibû, fedekariyeke bê hempa raber dikir, lewra di nava rêhevalên xwe de bû mînaka herî ber biçav.
Rêhevalê me Şervan di valaderxistina êrişa çeteyên DAIŞ a li ser zindana Sîna ya Hesekê de roleke mezin lîst û di wan pevçûnan de birîndar bû. Her wiha di gelek herêmên dîtir de jî li dijî çeteyan şerên herî dijwar da meşandin.
Şervan Kobanê tevlê hemû pêngavên leşkerî yên ku hêzên me li dijî DAIŞ`ê lidar dixist, dibû. Di heman demê de bi tevlîbûna xwe ya di gelek dewreyên perwerde de jî xwe di aliyê fermandarî, tektîkên leşkerî û kordînekirina hemleyan de kûr kir. Şehîd Şervan yek ji damezrînerên destpêkê yê Yekîneyên Antî Teror (YAT) bû ku piştre cihê xwe di fermandariya wê de jî girt. Her wiha hemû karên hevbeş yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re bi rêve dibir. Jixwe di şerê li hemberî DAIŞ`ê de jî roleke mezin lîst û her tim cihê xwe di çeperên pêş de digirt.
Rêhevalê me Dogan di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê a li ser Kobanê, tevlê nava hêzên me bû. Di têkbirina DAIŞ`ê de li herêmê jî rola fermandartiyê lîst û gelek fedekariyên bêhempa li kêlek rêhevalên xwe pêş kêş kir ku ev sekna wan a li dijî rêxistina DAIŞ`ê bû sembola berxwedanê. Şehîd Dogan piştre tevlê refên YAT`ê bû û wekî fermandar cihê xwe di hemû çalakiyên ku beşdarî wê dibû, digirt.
Rêhevala me Dîdar jî di dema êrişa destpêkê ya çeteyên DAIŞ`ê a li ser Kobanê, tevlê nava hêzên me bû. Di hemû pêvajoyên rizgarkirina bajar û gundwarên wê de jî beşdar bû. Tevî birîndarbûna xwe jî, lê berxwedana xwe berdewm kir. Piştî rizgarkirina Kobanê, tevlî hemû pêngavên leşkerî yên ku hêzên me li herêmê dan destpêkirin bû. Bi vê yekê jî cihê xwe di fermandariya Yekîneyên Antî Teror de girt. Şehîd Dîdar di nava hêzên me de di xeta bîrdozî û rêxistinî ya jina azad de bi girêdan bûn û displîna xwe dihat naskirin. Di heman demê de jî, Rêheval Dîdar di pêşxistina hêzên me di asta bîrdozî û leşkerî de xwedî kedeke mezin bû. Bi rêya kesayeta xwe ya fermandar gelek serkeftinên mezin di hemû erk û berpirsiyartiyên xwe de bidest xist.
Rêhevalên me Rojeng û Feraşîn di kêliyên destpêkê de tevlî nava refên YAT`ê bûn. Ew bi têkoşîna xwe ya parastina gelên xwe bûbûn mînaka jina azad ya ku bêhempa têdikoşe. Bê teredud, di rewşên herî zor û zehmet de ku herêm têre derbas dibû, erkên xwe pêk dianîn. Her dem di çeperên pêş yên têkoşîna leşkerî û bîrdozî ya li hember hêzên ku dijminahiya herêmê û gelên wê dikirin, cihê xwe digirtin.
Rêhevalên me yên şehîd; Hogir û Koçer Dêrik ji herêmeke bi welatparêzî, girêdanbûna bi şehîdan û nirxên pîroz ve tê naskirin, li kêleka hevrêyên xwe bi ruhekî bilind bi berpirsyarî beşdarî têkoşînê bûn. Ji tecrube û ezmûnên ku ji tekoşîn, dewreyên perwedeyê ku tevlî dibûn û ji asta pisporiya wan di karanîna teknîkên nûjen di şer de ku girtibûn, dikarîbûn xwe li gorî her şert û mercên şer û pevçûnan bi rêxistin bikin.
Rêhevalê me; şehîd Xebat jî beriya 6 salan tevlê nava refên me bû. Ew di demeke kurt de dikaribû ji aliyê tektîk û uslûba leşkerî ve di kesayeta xwe de pêşketineke mezin ava bike. Piştî dagirkirina Serêkaniyê, asta têkoşîna xwe bilindtir kir û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir yek ji armancên xwe yên sereke û li ser vî esasî jî soza têkoşîn û berxwedaniyê da.
Rêhevalê me; Harûn Rojava jî di sala 2014`an de di dema êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê tevlî nava refên me bû. Ew di nava malbeteke welatparêz ku xwedan gelek şehîd in, mezin bû ku ev yek jî bandoreke mezin li ser avabûna kesayeta wî kir. Lewra di kesayeta xwe de hemû taybetmendiyên şoreşgerî yên ku bi armanc û xeta şehîdan ve girêdayî ye, pêk dianî.
Hemû rêhevalên me yên şehîd bi aweyekî aktîv û bi pisporiyeke mezin di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de tevlî nava Yekîneyên Antî Teror bûn. Di heman wextî de jî rolên pir mezin di çalakiyên ku li dijî serçeteyên DAIŞ`ê de lidar dixistin, lîstin. Li kêleka wê jî bi Hevpeymaniya Navdewletî re karên hevbeş dimeşandin.
Di hemû pêngavên ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi giştî û YAT bi taybetî li dar dixistin, mohra van rêhevalên me yên şehîd hebû. Ji wan pêngavan jî, pêngava paqijkirina Kampa Holê ji şaneyên razeyî yên çeteyên DAIŞ`ê bû ku rêhevalên me yên jin bi qehremanî û berxwedaniyeke pir mezin di wê pêngavê de cihê xwe girtin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Navê Tevgerî; Şervan Kobanê
Navê Rast; Ebdo Ehmed Ebdî
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Kobanê – 2011
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Feraşîn Baran
Navê Rast; Nejbîr Mehmûd Hemdo
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Dêrik – 2015
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Dîdar Dêrik
Navê Rast; Hemdiya Seydo Seydo
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Efrîn – 2014
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Rojeng Rifet
Navê Rast; Berfîn Bîlal Rifet
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Şehba – 2020
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Xebat Dirbêsiyê
Navê Rast; Rênad Ezedîn Elî
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Qesrik – 2017
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Doxan Efrîn
Navê Rast; Hadî Hemdoş Zahir
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Kobanê – 2014
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Harûn Rojava
Navê Rast; Mecîd Silêman Mihemed
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Qamişlo – 2014
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Hogir Dêrik
Navê Rast; Ela Ednan Hemûd
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Dêrik – 2017
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
***
Navê Tevgerî; Koçer Dêrik
Navê Rast; Derwîş Ehmed Umer
Cih û Dîroka Tevlîbûnê; Rimêlan – 2017
Cih û Dîroka Şehadetê; Başûrê Kurdistanê- 15`ê Adarê 2023
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, hevreyên xwe yên tekoşer û gelê xwe re dixwazin. Di heman demê de em soza şopandina xeta şehîdan a pîroz û pêkanîna armancên wan dubare dikin.
Navenda Ragihandina QSD
17.03.2023
















