Şaneyên DAÎŞ’a terorîst roja pêncşemê êrîşeke newêrek li bajarokê Ebû Hemam ê bajarê Hecîn ê Dêrazorê pêk anî. Di êrîşê de şervanên me Seyf (Beşar Ebid El Elî) û Xetab (Hemed Mihemed El Şehaze) dema ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Xwîna şehîdan Israra me ya rakirina tolê ji kujeran û domandina têkoşîna li dijî rêxistina terorîst ta qedandina wan, zêdetir dike.
Nasmameyên Şehîdên Me Wiha ne:
Nasnav: Seyf Dêrezor
Nav û Paşnav: Beşar El Elî
Navê Dayikê: Rihêla
Navê Bav: Ebid
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor – Ebû Hemam
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Behra – 13.06.2024
***
Nasnav: Xetab Dêrezor
Nav û Paşnav: Hemed El Şehaze
Navê Dayikê: Xewla
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hecîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Behra – 13.06.2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
13.06.2024















