Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Hevrêyên Me Şêro û Îskender Di Berxwedana Minbicê De Gihaştin Şahadetê

  • December 17, 2024

Hevrêyên Me Şêro û Îskender Di Berxwedana Minbicê De Gihaştin Şahadetê

Hevrêyên me yên fermandar Şêro Elî û Îskender Elaa gihaştin şahadetê. Di berxwedana lehengane ya hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Minbic û gundewarên wê ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hevreyên me fermandarên hêzên Cebhet El Ekrad a di bin ala hêzên me de Şêro û fermandarê Lîwa Siwar Idlib (Tûgaya Şoreşgerên Idlibê) Îskender şehîd bûn.

Herdû hevreyên me ku bi hêz û israr parastina bajarê Minbicê û xelkê wê kirin, waneyên herî bilind ên berxwedana dîrokî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê raber kirin, ta gihaştin asta şehadetê.
Bila serê me, malbatên her du fermandarên şehîd û tevahî malbatên şehîdan û xelkê me yê Minbicê sax be. Bê guman çûyîna hevreyên me Şêro û Îskender ji bo gelê me yê berxwedêr windahiyek mezin e. Lê îro israra me ya domandina têkoşîna her du şehîdan û tevahî şehîdan ji her demê zêdetir dibe. Têkoşîna me dê bi serketinê tacîdar bibe.

Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Şêro ElîNav û Paşnav: Şêro Beşar
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê Jidayikbûnê: Til Eran
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Kanûn 202


Nasnav: Îskender Elaa
Nav û Paşnav: Elaa Hemîco
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Şeban
Cihê Jidayikbûnê: Laziqiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Erîme-Minbic, 8 Kanûn 2024

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê
17ê Berfanbara 2024an