Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Hevrêyê me Zinar Canşêr di encama nexweşiya krîza dil de şehîd bû

  • September 1, 2019

Hevrêyê me Zinar Canşêr di encama nexweşiya krîza dil de şehîd bû

Hevrêyê me Zinar Canşêr 29’ê Tebaxa 2019’an  dema ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê li ser erk û berpirsiyariya xwe bû, di encama nexweşiya krîza dil şehîd bûye.

Hevrê Zinar, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Raco ya girêdayî Efrînê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kir, bi bandora ji berxwedanê tev li refên me bû. Hevrê Zinar ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Hevrê Zinar piştî ku tev li refên me bû, ji ber ku li hember dagirkeriyê di nava xwe de hêrseke mezin dihewand, hetanî henaseya xwe ya dawîn jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Zinar, erk û berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe wergirtibûn, bi biryardariyeke xurt bi cîh anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Canşêr

Nav û paşnav: Elî Salih

Navê dayikê: Şaziya

Navê bav: Ebid El-Mecîd

Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Raco 

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn-Şêrawa / 29 Tebax 2019

Em hevrê Zinar bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata wî û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê

01’ê Îlonê 2019’an