Em, Hêzên Sûriya Demokratîk, bi xem û kesereke mezin şehadeta hevalê xwe Lewend Yildirim radigihînin. Heval Lewend ji ber birîneke ku berê pê ketibû, piştî demekê dermankirinê, li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da û gihîşt asta şehadetê.
Şehîd Lewend Yildirim di tevahiya rêwîtiya xwe de nirxên fedakarî, dilsozî û pabendbûna bi erk û berpirsiyariyên xwe nîşan da. Ew heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ser berpirsiyariyên xwe rawesta û bi îradeya xwe ya xurt rêya têkoşînê domand, heta ku rêwîtiya xwe bi şehadetê tacîdar kir.
Em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe şehîd Lewend Yildirim, ji hemû hevalên wî û kesên ku bi wî re rêya têkoşînê meşiyane re dixwazin.
Di vê demê de ku em şehîdê xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, em careke din soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em ê rêya ku wan vekiriye bidomînin, li fedakariyên wan xwedî derkevin û nirxên ku ji bo wan canê xwe feda kirine biparêzin.
Agahiyên şehîd wiha ne:
Navê rêxistinî: Xalid Cûdî
Navê rastîn: Lewend Yildirim
Navê dayikê: Esîl Han
Navê bavê: Mehfûz
Cih û dîroka jidayikbûnê: Aydin – 29.08.1994
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo – Nexweşxaneya Şehîd Xebat – 09.07.2026

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk
20/7/2026











