Di dîroka navbera 28 û 29’ê Kanunê de li Helebê 2 şervanên me û şervanekî me jî li Hesekê şehîd ketiye. Di derbarê şehadetên rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ye;
1. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Hecîn, Sûsê û cihên din yê girêdayî Dêrazorê tê meşandin de pêşveçûnên şervanên me berdewam dike. Encama operasyonên hêzên me de derbên giran li çeteyan tê xistin û cîh bi cîh di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 28’ê Kanunê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûnekî giran derketiye û di encama van pevçûnan de rêhevalê me yê bi navê Mihemed Henan bi giranî birîndar bûye. Rêhevalê me Mihemed Henan ku rakirin nexweşxaneya Hesekê tevî hemû destwerdanan jî nehatiye xilaskirin û gihîştiye şehadetê.
2. Şervanê me bi nasnav Xelîl Mihemed bi nasnav Serdar Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû, di dîroka 28’ê Kanunê de di encama qezaya trafîkê de gihîştiye şehadetê. Her wiha şervanê me Henîf Reşo bi nasnav Welat Efrîn ku li heman herêmê li ser erka xwe bû, di dîroka 29’ê Kanunê de di encama qezayekî de şehîd ketiye.
Em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên xwe yên ku şehîd ketine re û gelê xwe re dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Kanuna 2018