Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Şervan Dîgor û Mazlum Nêrebiyê bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 28, 2021

Em rêhevalên xwe Şervan Dîgor û Mazlum Nêrebiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Li roja 26ê Gulanê li gundê Merenazê ya girêdayî navçeya Şera, di encama êrişên dijmin de du rêhevalên me gihiştin asta şehadetê.

Rêhevalên me Şervan û Mazlum,  ji roja ku tevlî refên me bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşîn kirin û bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn. Ti car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku emê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê rêheval Şervan û rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.


Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;


Nasnav:
Mazlum Nêrebiyê

Nav û Paşnav: Xalid Elwawa

Navê Dayikê: Ayde

Navê Bav: Yasir

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê – Şera / 26 Gulan 2021

Nasnav: Şervan Dîgor

Nav û Paşnav: Yusif Bekîr

Navê Dayikê: Lîna

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê – Şera / 26 Gulan 2021

Hêzên Rizgariya Efrînê

28 Gulan 2021