Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Rojhat û Roza bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 13, 2018

Em rêhevalên xwe Rojhat û Roza bi rêzdarî bibîr tînin

Hevalê me Rojhat Kobanê, dema bi erka xwe radibû, di 10’ê meha Gulanê de li ser rêya Mebrûka ya girêdayî Serêkaniyê di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.

Rêhevala me Roza Efrîn jî, di encama nexweşiyeke giran de, di nexweşxaneyê de ruxmê hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket.

Hevalê me Rojhat Kobanê li gundê Bîr Reş yê girêdayî Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayîk dibe û bi bandora berxwedana li bajarê wî Kobanê tê jiyîn cîhê xwe di nav refên têkoşînê de digire. Hevalê Rojhat ku xwedî sekneke dilnizm bû, ji her erka ku jê re hate dayîn re bê fikar nêz bû. Li ku derê berpirsiyartiyek jê bihata xwestin bê hesab pêk dianî, heya şehadeta xwe jî van taybetmendiyên xwe parast.

Hevala me Roza Efrîn ya ku li navçeya Raco ya ku aliyê wê yê welatparêzî li pêş e ji dayîk bû, van taybetmendiyan di kesayeta xwe de da runiştandin. Bi pêşketina hişmendiya azadiya jinê ya ku bi Şoreşa Rojava re mezin bû, rêheval Roza tevlî refên berxwedanê dibe. Heval Roza herî dawî jî di Berxwedana Sedemê ya Efrînê de cîhê xwe girt û bi sekna xwe bû xwedî pratîkeke serkeftî.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Rojhat Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdullah Hemdû

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Hecî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Drms Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Mebrûka / 10’ê Gulana 2018’an

Nasnav: Roza Efrîn

Nav û Paşnav: Siltan Koto

Navê Dayikê: Fêroz

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demaa Şehadetê: Dêrik / 2’ê Gulana 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Gulana 2018