Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Zekeriya Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

  • June 20, 2019

Em rêhevalê xwe Zekeriya Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevalê me Zekeriya Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû di roja 18’ê Pûşperê de di encama qrîza dil de şehîd ket.

Heval Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refan bû. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar ya gelê me xwe ava kir, ji roja yekemîn ya ku di nav refan de cîhê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Zekeriya Efrîn
Nasnav: Zekeriya Silêman
Navê Dayik û Bav: Emîne – Ezîz
Dîroka Şehadetê: 18.06.2019

Em di şexsê rêheval Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Pûşpera 2019